Cezayê hepsa malê dan bavê Jîna Emînî 2023-09-16 14:33:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Bavê Jîna Emînî, Amjad Emînî yê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat binçavkirin bi şertê hepsa malê hat berdan.    Bavê Jîna Emînî, Amjad Emînî li bajarê Seqizê serê sibehê dema ji malê derdiket hat binçavkirin. Amjad Emînî bi şertê hepsa malê hat berdan. Rêxitina Mafên Mirovn a Îranê jî têkildarî hepskirina malê daxuyanî da.    Hat zanîn ku ji bo merasîma bîranîna Jîna Emînî neyê kirn, di binçavan de gef li Amjad Emînî hatine xwarin.    Hat diyarkirin ku li derdora mala Amjad Emînî dorpêça hêzên rejîmê berdewam dike.    Hat ragihandin ku li gelek bajarên rojhilatê Kurdistanê dengê dirûşma “Jin jiyan azadî” olan dide. Hat zanîn ku xizmên Jîna Emînî, Azad Emînî li bajarê Segizê hatiye binçavkirin.