Gelê Îran û Rojhilatê: Bimre dîktator 2023-09-16 20:15:13       WAN-  Îraniyên di yekemîn salvegera Jîna Emîniyê de daketin kuçeyan, dirûşmeya "Bimre dîktator" berz kirin.    Gelê Îranê di yekemîn salvegera qetilkirina Jîna Emîniyê de ku di 16'ê Îlona 2022'yan de ji aliyê dewriyeyên Gaş e Îrşad ve hat qetilkirin, daket kuçeyan. Li Seqiz, Sanandaj, Urmiye û Belucistanê û Sistanê gel daket kuçeyan. Rejîmê jî hem di malpera xwe ya fermî hem jî bi SMS'yan gef li gel xwarin ku danekeve kuçeyan.    Di gelek dîmenan de ku li ser medyaya sanal hatine belavkirin gel dirûşmeyên "Bimre dîktator" berz dikin. Her wiha kuçeyên Sanandajê bi konteynerên çopan hatin girtin.    Li gor agahiyên bi dest ketin rejîmê li Taxa Barî Shilanan a MAhabadê êrişî xwepêşandêran kir. Di êrişan de ku çek hatin şixulandin, welatiye birîndar bû.   Leşker û artêş li seranserê welêt gelek kes binçav kirin. Ji kesên hatin binçavkirin navê hin kesan wiha ye: Arman Sohrabî, Jabar Mahmoûdî û Mohammad Moradînejad hat tespîtkirin.    Hat hînkirin ku li Seqizê jî Fardîn Jafarî ji serê xwe birîndar bû. Hat ragihandin ku Jafarî rakirine nexweşxaneyê û birîna wî xedar e.