ROJEVA 17’Ê ÎLONA 2023’YAN 2023-09-17 09:00:06   * Li gundê Bana ku 2 meh in di bin dorpêça leşkeran de ye, pezê gundiyan ji gund hatin derxistin û çûna nava zeviyan û bexçeyan jî qedexe ye. Gundiyan bertek nîşanî dorpêçê dan û gotin: "Em nikarin heta mala cîranên xwe jî biçin, pezê me ji gund derxistin, em niha di gund de esîr in.”   * Dayikên Aştiyê yên Rihayê bertek nîşanî hevkariya PDK ya bi Tirkiyeyê re û êrişên li dijî HPG'ê dan û gotin ku divê gelê kurd li dijî vê "îxanetê" rabe.    * AYM'ê têkildarî malbata Şahînê ku li navçeya Rêya Armûşê di avaêtina ser malê de hat binçavkirin û piştî 4 rojên îşkenceyê hat girtin, biryara "binpêkirina mafan" da.   * KCD, Partiya Çepên Kesk, DBP, Partiya Azadî, KKP, PSK û PÎA dê li Hotêla Demîr a li Amedê konferansa “Di Sala Sedemîn a Peymana Lozanê de Kurd û Kurdistan” li dar bixin. (09.45-18.30)   * Dê bi pêşengtiya KAYY-DER’ê li Stenbolê 6’emîn Mîhrîcana Boreka Kurdan bê lidarxistin. (11.00)   * Jinên Amedê dê bi dirûşma “Bajareke ku mirov bikara lê bijî” dê Tûra Duçerxê ya Jinên Xemilî li dar bixin. (14.00)   * Êrişa PDK’ê ya li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê dê li Stenbol û Mêrsînê were protestokirin. Ji bo daxuyaniya sibe li Gever a Colemêrgê bê lidarxistin jî dê belavok bên belavkirin. (15.00-16.00)    * Yenî Sahne ku dest bi turneya kiriye dê lîstik şanoyê ya “Jina Qelew” li ŞanoWanê pêşkeş bike. (16.00-20.00)    * MKM, dê bi boneya yekemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî ji hêla rejîma Îranê ve dê li avahiya MKM’ê gotûbêjê li dar bixe. (17.00-19.00)