Beriya maça Aksarayspor-Amedsporê strana ‘Ji bo te bimrim Tirkiye’ hate vekirin 2023-09-17 16:02:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Beriya maça Aksarayspor-Amedsporê li stadê strana “Ji bo te bimrim Tirkiye” hate vekirin.    Amedspor ku di koma Sor a Lîga 2’yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê de dilîze, dê îro bi 68 Aksaraysporê bilîze. Maç dê li sehaya Aksaraysporê saet di 16.00’an de dest pê bike. Beriya maçê, lîstikvanên Amesporê ji bo antremanan derketin sehayê. Di vê navberê de ji hoperloran strana “Ji bo te bimrim Tirkiye” hate vekirin.    Koma Barîkatê ya Amesporê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Dema tîma me ji bo antremanan derketî sehayê li stada Aksarayê strana ji bo te bimrim Tirkiye hatiye vekirin. Êdî hestên xwe yên şovenîst û neteweperest bes li ser Amedsporê rehet bikin!”    Ji komên alîgiran ên Aksaraysporê ya bi navê 68 Komeleya Alîgiran a Ergenekonê jî demek berê gef li Amesporê xwaribû.