Êrişên PDK’ê li Beyoglû û Akdenîzê hatin protestokirin 2023-09-17 16:37:50 NAVENDA NÛÇEYAN - Tevî dorpêça polîsan jî êrişên PDK’ê yên li Herêma Federe ya Kurdistanê hatin protestokirin.  Bertekên li dijî êrişa hêzên taybet ên girêdayî PDK’ê ya li dijî mewziyên HGP’iyan ên li Grewriya Zîne ya qada Goşînê ya li çolterê Bradostê ya Herêma Federe ya Kurdistanê her ku diçe mezintir dibin. Êriş, îro jî li Stenbol û Mêrsînê hatin protestokirin. Êrişên PDK’ê yên li Herêma Federe ya Kurdistanê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin ên Anatoliyayê (ANYAKAY-DER), Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Taksîm Tunelê hatin protestokirin.    Protesto bi dirûşma “Peywira me parastina destkeftiyên me û pêşîlêgirtina birakujiyê ye” hate lidarxistin û tevî nûnerên saziyan, gelek kesên din jî tev li bûn.    BINÇAVKIRINÊN BERIYA DAXUYANIYÊ    Beriya daxuyaniyê, Tunela Taksîmê ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin. Hevseroka ANYAKAY-DER’ê Evîn Genç jî di nav de 3 kes beriya daxuyaniyê li Cadeya Îstîklalê bêyî ku sedemek were nîşandan hatin binçavkirin.    Tevî dorpêç û gefên binçavkirinê jî Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, parlamenterên Partiya Çepên Kesk û gelek kesên din ji avahiya Navenda Giştî ya HDK’ê ber bi Tunelê ve dest bi meşê kirin. Çawa ku kom gihişt tunelê hate dorpêçkirin. Çalakvanan diyar kirin ku li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê êriş hene û ev tişt anî ziman: “Li dijî polîtîkayên şer em wekheviya gelan diparêzin.” Çalakvanan bertek nîşanî dorpêçê dan û gelek caran dirûşma “Bijî biratiya gelan” berz kirin. Demek piştre polîsan bi tundî êrişî çalakvanan kirin û binçav kirin.    'WÊNEYÊ FAŞÎZMÊ’   Cengîz Çîçek di dorpêçê de axivî û wiha got: “Bila neyê jibîrkirin. Gelê kurd wisa bi hêsanî nehat van rojan. Bi dehan salan li ber xwe da û wisa gihşt van rojan. Binêrin, li vir wêneyê faşîzmê heye. Niha êrişî gelê me dikin. Bi copan êrişî kesên li gel yekitiya neteweyî û di xwişk-biratiyê de israr dikin dikin. Vaye wêneyê faşîzmê ev e. Her wiha xuya dibe bê ka kî şer dixwaze. Bila soza me be ku em ê ji bo kurdan biratiyê û aştiyê bînin vê xakê.”    15 KES HATIN BINÇAVKIRIN    Piştî daxuyaniyê, Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr û Hevseroka ANYAKAY-DER’ê Evîn Genç, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Mûrat Kamaz jî di nav de nêzî 15 kes hatin binçavkirin.    TUNDIYA POLÎSAN A LI DIJÎ NEXWEŞÊ DIL   Di dema binçavkirina welatiyekî ya di dorpêçê de her çend ji polîsan re hatibe gotin ku nexweşê dil e jî, serê wî dan ber kulman û di encama tundiya bi dehan polîsan de hate binçavkirin.    Polîsan, rojnamegerên nûçe dişopandin jî bi darê zorê ji qadê derxistin û nehiştin dîmenan bikişînin.    MÊRSÎN   Êrişa PDK’ê di heman demê de li Parka Ozgur Çocuk a li navçeya Akdenîz a Mêrsînê hate protestokirin. Walîtiya Mêrsînê beriya daxuyaniyê biryara qedexeya lidarxistina çalakî û xwepêşandanan da. Polîsên ku biryara qedexeyê weke hincet nîşan dan, dor li parkê girtin. Tevî qedexeyê jî gelek kesên ji Edene, Dîlok, Osmaniye û Hatayê hatin tev li daxuyaniyê bûn. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk Alî Bozan, Ayfer Kordu û Huseyîn Olan jî di daxuyaniyê de amade bûn.    Parlamenter Alî Bozan diyar kir ku ew ji bo bikaranîna mafên xwe yên qanûnî hatine ba hev û ev tişt anî ziman: “Walîtî bi vê biryara xwe mafên me asteng dike. Êdî dev ji lîstikên li ser kurdan berdin. Di heman demê de banga me ji bo PDK’ê ye; her çend Kurdistan 4 parçe jî be di roja me de bûye yek parçe. Gelê me yê li çar parçeyan jî şer û pevçûnan naxwaze.”   Girseyê piştre jî dirûşmên “Bijî berxwedana gerîla”, “Zext nikarin me têk bibin” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kirin û ber bi avahiya HDP’a Mêrsînê ve meş li dar xist.