Jinan li Amedê tûra bisêklêtê li dar xist 2023-09-17 17:52:08 AMED - Tûra Bisêklêtê ya ku ji aliyê Jinên Fancy ve her sal tê lidarxistin dîsa li Parka Rojava a Amedê hat lidarxistin jinan bi dirûşma "Ji bo bajarekî lê bê Jiyîn" bisêklêtan ajotin.    Li Parka Rojava ya navçeya Peyasa Amedê ji aliyê Jinên Fancy ve bi dirûşma “Ji bo bajarekî lê bê jiyîn” çalakiya bîsêkletê hat lidarxistin. Beriya çalakiya bisêkletê daxuyaniyeke ji çapemeniyê re hat dayîn. Li ser navê jinan Organîzatora Jinên Fancy  Pinar Akyıldız Çetîn daxuyanî xwend.    JI SALA 2013'AN VE DIDOME    Çetîn diyar kir ku Tûra Bisêkletê ya Jinên Bixemil di sala 2013'an de li Îzmîrê dest pê kir û got: "Ev çalakiya ku di nava 11 salan de mezin bû, pêşî li Tirkiyeyê û piştre li gelek welatên din bala jinên li bisîkletê siwar dikin kişandiye. Li bajarên cîhanê gera me îsal li gelek bajar û welatan dest pê kir. Di heman demê de ji hêla jinên dilxwaz ên serbixwe ve tê meşandin û em bi çalakiya xwe serbilind in. Tûra Bisêkletê ya Jinên Fancy ku di çarçoveya 'Roja Bajarên Bê Otomobîl a Cîhanê' de tê organîzekirin. Ji bo em balê bikişînin ser wê yekê ku bisiklêt parçeyek ji jiyana rojane ye, ji bo dîtina jinan a di civakê de, derfetê bide wan ku xwe temsîl bikin."   Çetîn daxwazên çalakiyê wiha rêz kir:   "* Em dixwazin bajar ji nû ve wekî bajarên jiyanparêz, bisêklêtan bên dîzaynkirin.   * Em dixwazin qadên giştî bi taybetî ji aliyê jin, zarok, kal û pîr û astengdaran ve weke qadên ku bi hêsanî têkevinê û jê sûdê werbigirin, bên dîzaynkirin.   * Em dixwazin ji bo peya û bisêklêtan binesaziya veguhestinê û xizmetên ewlehiyê bên kirin.   * Em ditirsin ku her kêliyê bibin qurbaniyên qezaya trafîkê. Di van salên dawî de li Tirkiyeyê hejmara kesên di qezayên trafîkê de jiyana xwe ji dest didin her ku diçe zêde dibe û em gelek xemgîn in...   * Em ji malbat û hezkiriyên wan re sebrê dixwazin. Em dixwazin ji gel bigire heta rêveberiyên herêmî, ji sektora taybet bigire heta saziyên sivîl, ji bo rawestandina mirina kesên bîsîkletan diajin rawestin.   * Ji bo civakek bitendirust û pêşerojeke aram, em dixwazin li navenda bajêr bi taybetî li bajarên me yên mezin rojên yekşemê hin kuçe û kolan ji trafîka wesayîtên bi motor re bên girtin û yekşemek e bê otomobîl bê ragihandin."   Piştî daxuyaniyê jinên çalakvan li Parka Rojava li bisêklêtên xwe siwar bûn û heta Qada Deriyê Çiyê ajotin. Jinan li qadê bi def û zirneyê  hatin pêşwazîkirin. Di dema tûra bisêklêtê de dîmenên rengîn derketin holê.   Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.