Tê gotin ku li gundê Daraqol bax û bostanên gundiyan hatine şewitandin 2023-09-17 18:05:55   AMED - Li gundê Daragol yê di navbera navçeyên Licê û Pasûrê de serê sibehê operasyona leşkerî hatibû destpêkirin û didome. Li gorî ku dibêjin nahêlin gundî ji malên xwe derkevin û bax û bostanên wan hatine şewitandin.    Li gundê Daraqol yê di navbera navçeyên Licê û Pasûrê yên Amedê de serê sibehê bi piştigiriya hewayî operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Operasyon li herêmê dewam dike. Hat zanîn ku di navbera gerîlayên HPG'ê û leşkeran de şer rû daye. Li gorî dibêjin li qada şer birîndar hene. Her wiha hat ragihandin ku helîkopter çoltera gund bombebaran kirine û li gorî tê gotin bax û bostanên gundiyan jî hatine şewitandin.    Hat diyarkirin ku ketin û derketina gund hatiye qedexekirin û nahêlin ku gunî ji malên xwe derkevin. Hat zanîn ku kontrola leşkeran a li ser rêya Pasûr û Licê li ser welatiyên diçin gundan berdewam dike.