Jinên mexdûrên erdhejê xwe di konteyneran de biewle nabînin 2023-09-18 09:01:40   SEMSÛR - Jin li Semsûrê zivistanê wê di konteyneran de derbas bikin. Jin dibêjin ku ew xwe di konteyneran de bi ewle nabînin. Endama Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Semsûrê Aysun Avci got: “Divê nokteyên tenduristiyê werin avakirin. Heke mirov xwe di ewle de nebînin wê bibe sedema travmayên nû.”    Di erdhejên navenda wê Mereş bû û di 6’ê Sibatê de çêbûn, tesîrê herî zêde jî li ser jinan û zarokan kir. Tevî ku 7 meh in bi ser erdhejê re derbas bûye jî lê hê jî gelek pirsgirêk nehatine çareserkirin. Bi nêzîkbûna serma û zivistanê re rewşa jinan dikeve xetereyê. Ev jinan dixe nava hizirandinê. Di serê pirsgirêkan de cihê mayînê tê û mayîna di konteyner û konan de mexdûrên erdhejê dilnerehet dike. Konteynerên li kêlek û li miqabilî hev hatine danîn ewlehiya jin û zarokan dixe metirsiyê.    Jinên ku li Semsûrê di konteyneran de dimînin, hem bi pirsgirêka bingehîn re û hem jî bi nebûna ewlehiyê re rû bi rû mane.    Jinên mexdûrên erdhejê û endama Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Semsûrê têkildarî pirsgirêkên heyî axivîn.    KES HEWCEDARIYÊN WAN DABÎN NAKE    Remziye Bîlmez a bi du zarokên xwe re ev du meh in di konteynerê de dimîne diyar kir ku her roja ku diçe pirsgirêkên wan zêdetir dibin û wiha got: “Konteyner ji malzemeyên bêqalîte hatine çêkirin. Mesele çend roj berê baran bariya, av ket konteynerên me. Me bi derfetên xwe ziwa kirin. Em nikarin di van konteyneran de bimînin. Piştî tarî dikeve erdê, em nikarin derkevin derve.”    MEXDÛR NEXWEŞ DIKEVIN    Mexdûra erdhejê Tellî Yildiz jî anî ziman ku nexweşîn belav dibin û nexweşiyên wê kronîk û gurcikê hene û ji ber hîjyenî nîne enfksiyon girtiye. Yildiz destnîşan kir ku ji ber der û dor bê tenduristî ye mexdûrên erdhejê nexweş dikevin û ev rewşa bê tenduristî û bê ewle jiyana wan a civakî jî ji holê radike.    Mexdûra erdhejê Gulistan Samanci jî diyar kir ku ew ji bo demekê di konteyneran de dimînin û her ku diçe pirsgirêkên wan zêde dibin û konteyer têra wan nake.    CIHÊ MAYÎNÊ BÊEWLE NE    Li gorî daneyên Walîtiya Semsûrê, ji aliyê AFAD’ê ve li 38 nokteyên cuda 16 hezar konteyner hatine danîn. Di van konteyneran de 56 hezar welatî dimînin. Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Semsûrê li ser pirsgirêkên jinan xebatan dike. Endama Komîsyonê parêzer Aysun Avci da zanîn ku pirsgirêka ava, nexweşên şewbê, haşere û gelek pirsgirêkên din li herêma erdhejê hene. Avci destnîşan kir ku civê beriya her tiştî divê cihê mayînê yên mexdûrên erdhejê bi ewle û tenduristî bin û ev cihên mayînê ji bo hewcedariyên rojane dabîn nakin. Avci wiha got: “Em dibînin ku konteyner jî pirsgirêkan zêdetir dikin. Beriya erdhejê mal û cîranên van mirovan hebûn. Şert û mercên wan ên hîjyen û bi tenduristî hebûn. Xelk konteyneran wek cihên bi ewle nabîne. çareser nakin. Divê nokteyên tenduristiyê werin avakirin. Heke mirov xwe di ewle de nebînin wê bibe sedema travmayên nû.”    MA / Ceylan Şahînlî