Moghaddam: Em tabloya 16’ê îlonê baş nizanin, bifikar in 2023-09-18 10:22:46 WAN - Dîrektorê IHR NGO’yê Mahmood Amiry-Moghaddam, diyar kir ku têkildarî çalakiyên di salvegera qetilkirina Jîna Emînî de pêk hatin xwedî agahiyên zelal nînin û anî ziman ku ji vê rewşê bi fikar in.    Jîna Emînî di 13’ê îlona 2022’yan de li Tehranê ji aliyê polîsên Geşt-î Îrşad ve bi hinceta laçika wê “ne li gorî Îslamê ye” hatibû binçavkirin. Hate aşkerekirin ku Emînî ya di bin çavan de piştî 3 rojan jiyana xwe ji dest da. Rejîmê ewilî di bin çavan de îşkence qebûl nekiribin jî di dîmenên pişt re derketin holê de aşkere bibû ku îşkence lê hatiye kirin. Piştî qetilkirina Jîna Emînî gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê demekî dirêj li kolanan li ber xwe dan. Gel di salvegera yekemîn a qetilkirina Emîniyê de an ku di 16’ê îlonê de careke din daketin kolanan. Hêzên rejîmê êrişî çalakvanan kir. Gelek kes hatin birîndarkirin herî kêm 700 kes hatin binçavkirin û girtin. Dîrektorê Iran Human Rightsê (IHR NGO) Mahmood Amiry-Moghaddam tiştên di 16’ê îlonê de qewimîn nirxand.    ‘EM TABLOYA ZELAL NIZANIN’    Moghaddam, diyar kir ku li ser tiştên di şeva 16’ê îlonê de li Îranê çi qewimî hêj daneyên zelal nînin û wiha got: “Hêj jî agahî hebû ne li ber destê me ne. Em dizanin ku hêzên ewlehiyê li her derê bi hejmareke zêde hene. Ya teqez ev e ku malbata Jîna Emînî, ji mafê merasîma li ser gora Jîna mehrûm hate hiştin. Bavê wê di 16’ê îlonê de ji bo demekî kurt hate binçavkirin û li gorî agahiyên me bi dest xistin destûr nedan ku ji malê derkeve.”   ‘EM NIKARIN AGAHIYAN BIDIN TEYÎTKIRIN’    Moghaddam, bi bîr xist ku li Seqizê dema Fardîn Jafarî dixwest bikeve qada goristanê gule berdanê û wiha berdewam kir: “Gelemperiyê welat agahî gihiştin ber destê me ku hêzên zextker êrişî çalakiyan kirine. Agahiyên gulebaran, birîndarkirin û girtinê hatin lê di destê me de reqamên teqez û teyîtkirî nînin. Li hin cihan me agahî bi dest xistin ku gule hatine berdan, lê hêj agahiyên zelal me bi dest nexistine. Em ji vê rewşê bi fikar in.”   ‘BERGIRIYÊN HATIN GIRTIN TIRSA REJÎMÊ NÎŞAN DIDE’    Moghaddam, bi lêv kir ku beriya çalakiyan li temamê Îranê bi hejmareke zêde ya hêzên ewlehiyê bergirî hatin wergirtin û wiha lê zêde kir: “Di serî de herêmên kurdan û bajarên mezin li her derê welat hejmareke zêde ya hêzên ewlehiyê heye. Ev leşker hêj jî di kolanan de ne. Li gorî hin çavdêran hejmara hêzên ewlehiyê ji ya par jî zêdetir e. Ev jî dide nîşandan ku rejîm ji protestoyên nû çiqas ditirse.”