Tevî rêziknameyê jî tembûra rojnameger Arslan nedanê 2023-09-18 12:53:09 ENQERE - Tevî rêziknameyê jî tembûra ji bo rojnamegerê girtî Firat Can Arslan hatibû şandin nedanê û îdiaya “îxtîmala nîşeyên agahîdayînê yên rêxistinî” weke hincet hate nîşandan.    Nûçegihanê ajansa me Firat Can Arslan li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê tê ragirtin. Tembûra ji rojnameger Arslan re hatiye şandin, nedanê. Di meha tebaxa îsal de ji Arslan re tembûr hate şandin û rêveberiya girtîgehê bi hinceta “li kantînê jî heye, em ji derve nagirin” radestî Arslan nekir. Li ser îtîraza Arslan, Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê di 25’ê tebaxê de civiya û bal kişand ser xala 10’emîn rêziknameya ku amûrên li girtîgehê diyar dike û xala 27’emîn a tiştên li kantînê destnîşan dike. di biryarê de hat gotin ku dikare alavên muzîkê bidin girtî û tiştên li kantînê neyên peydakirin jî dikare ji derve bên temînkirin.    LI GORÎ RÊZIKNAMEYÊ TEVNEGERIYAN   Tevî rêziknameyên leha Arslan jî lijneyê di biryara xwe de îdiayên weke “ewlekariya girtîgehê” û “pêşîlêgirtina sûc” nîşan da û wiha got: “Mimkin nîne ku bêyî ziyanê bigihije hundirê tembûra ji Arslan re hatiye şandin bê kontrolkirin. Dibe ku nîşenên agahîdayînê yên rêxistinî di hundirê tembûrê de hebin.” Bi van hincetan jî biryar da ku tembûrê nedin Arslan.    RÊXISTIN HEYE LÊ NAV TUNE YE!   Li gel ku Arslan ji TMK-6’ê hatiye girtin jî lijneyê di biryara xwe de têgeha “rêxistin” bi kar anî. Lê belê di biryarê de navê tu “rêxistinan” nehat bikaranîn. Her wiha hat xwestin ku Arslan pereyan bide rêveberiya girtîgehê û bi rêya wan tembûrê bikire.    ÎTÎRAZA LI DIJÎ BIRYARÊ   Arslan, li dijî biryara Rêveberî û Çavdêriyê li Dadgeriya Înfazê îtîraz kir.    ÇI BÛBÛ?   Nûçegihanên ajansa me Delal Akyuz û Firat Can Arslan, edîtora T24’ê Sîbel Yukler, edîtora Bîanetê Evrîm Kepenek û rojnameger Evrîm Denîz di 25’ê tîrmehê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatin binçavkirin. Rojnamegeran nûçeya ku qala tayîna dozgerê li doza 18 rojnamegerên li Amedê hatibûn girtin dinihêrt û hevjîna wî ya ku endama şandeya dadgehê bû parve kiribûn û bi vê sedemê hatin binçavkirin. Tawanbariya “xebatkarê cemaweriyê hedef hatiye nîşandan” li rojnamegeran hate kirin. Ji rojnamegeran Arslan di 25’ê tîrmehê de hate girtin û rojnamegerên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Di 31’ê tîrmehê de li dijî girtina Arslan îtîraz hate kirin û 8’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê di 9’ê tebaxê de ev îtîraz red kir.    MA / Mehmet Aslan