Îtîrazên ji bo nivîskar Menaf Osman hatin redkirin 2023-09-18 13:51:13   ÎZMÎR - Nivîskarê kurd Menaf Osman piştî 30 sal û 6 mehan hatibû berdan. Îtîrazên li dijî biryara dersînorkirina Osman û yên lijneya rêveberî û çavdêriyê hatin redkirin.    Nivîskar û girtiyê siyasî Menaf Osman piştî 30 sal û 6 mehan di 3’yê tîrmehê de ji Girtîgeha Tîpa T a Akhîsar a Manîsayê hatibû berdan. Ji roja hatiye berdan heta niha jî li Navenda Paşveşandinê ya Edîrneyê tê ragirtin. Parêzerên Osman, li dijî biryara dersînorkirinê li 1’emîn Dadgeha Îdareyê ya Manîsayê û li dijî biryara lijneya rêveberî û çavdêriyê jî li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Sulhê ya Edîrneyê îtîraz kirin. Îtîraza li dijî biryara dersînorkirinê hatiye kirin ji Edîrneyê re hate şandin. 2’yemîn Dadgeha Cezayên Sulhê ya Edîrneyê her du daxwaz jî red kir.    Di biryarê de hat gotin ku derheqê Osman de serlêdaneke parastinê ya navneteweyî tune ye. Di biryarê de hat îdiakirin ku biryarên dersînorkirinê û lijneya rêveberî û çavdêriyê “li gorî hiqûqê ne.”