PDK li Geverê hate protestokirin 2023-09-18 14:35:43   COLEMÊRG - Êrişên PDK’ê li Geverê hatin protestokirin. Di encama êrişa polîsan de gelek kes birîndar bûn.    Êrişên PDK’ê yên li Herêma Federe ya Kurdistanê îro li navçeya Gever a Colemêrgê hatin protestokirin. Beriya daxuyaniyê, tevahiya kolanan ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin. Tevî vê yekê jî girseya li pêşiya avahiya Rêxistina HDP’a Geverê kom bûy pankarta “Em xiyanetê qebûl nakin, em ê destkeftiyên xwe biparêzin" vekir û dirûşma “Bimre xiyanet” berz kir.    ÊRIŞA POLÎSAN    Polîsan gotin ku dê ji ber biryara “qedexeya çalakî û xwepêşandanan” destûrê nedin çalakî were lidarxistin. Li ser vê yekê girse ber bi Navenda Kargehan a Zagrosê ve meşiya. Polîsan jî bi bombeyên gazê û ava şid êrişî girseyê kirin. Di êrişê de gelek kes hatin derbkirin û birîndarkirin. Her wiha gelek kes jî hatin binçavkirin. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk li ser cadeya sereke dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Polîsan, êrişî parlamenteran jî kirin û xwestin pankartê jê bistînin.    Welatiyên li derdorê jî bi dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Bijî Serok Apo” û “Bimre xiyanet” bertek nîşan dan. Protestoya ciwanan li kolanan berdewam kir. Di bûyeran de polîsek jî birîndar bû.    Parlamenter û welatî piştre li avahiya partiyê hatin ba hev. Dorpêça li ser avahiya partiyê berdewam dike.