Têketina gundê Banayê hat qedexekirin 2023-09-18 17:16:48   ŞIRNEX - Li gundê Bana ku 2 meh in di bin dorpêçê de ye pevçûn rû da.   Li gundê Bana yê girêdayî navçeya Basa ya Şirnexê ku du meh in di bin dorpêça leşkeriyê de ye pêvçûn rû da. Di encama pêvçûnan de bax û baxçeyê gundiyan ji aliyê leşkeran ve hat guleberankirin û şewat derket.    Gundî nikarin ji gund derkevin. Her wiha gundiyên ku ji bo pezê xwe bidoşin çûbûn gundê Kereşa jî, ji aliyê leşkeran ve hatin sekinandin û ji wan re wiha hat gotin: "Ketina gund ne bi ewle ye.”    Ji aliyê şêniyên gund vê hat ragihandin ku li gund dengê çekan bilind tê.