Xwestin girtî Nakçî sewqî Amedê bê kirin 2023-09-19 09:05:30   AMED - Malbata Yûsûf Nakçî yê di Girtîgeha Hejmar 1 a Xarpêtê de, diyar kir ku ji ber rewşa aborî û nexweşiyan ji bo hevdîtinê nikarin biçe girtîgehê û xwest ku Nakçî sewqî Amedê bê kirin.    Girtî sewqî girtîgehên dûrî malbatên xwe tên kirin. Gelek malbat ji ber rewşa aborî bi mehan nikarin xizmên xwe yên girtî bibînin. Yek ji van malbatan jî malbata Yûsûf Nakçî ye ku di 22'yê mijdara 2017'an de ji Amedê sewqî girtîgeha Xarpêtê hatiye kirin. Malbata Nakçî ji ber rewşa aborî û nexweşiyan bi mehan nikare biçe girtîgehê. Nakçî di 11'ê gulana 2017'an de li navçeya Farqîn a Amedê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê hat binçavkirin û piştî îşkenceya li Qereqola Cendirmeyan a Farqînê 14 rojan li Midûriyeta Polîsan a Amedê hat ragirtin û paşê hat girtin. 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a 8'an a Amedê bi îdiaya "xerakirina yekpareyiya dewletê" cezayê muebeda giran li Nakçî birî. Hevjîna Nakçî Hatîce Nakçî anî ziman ku ji ber nexweşînên xwe û rewşa aborî bi mehan nikare ji bo hevdîtinê biçe girtîgehê.    ‘EM BI MEHAN NIKARIN BIÇIN'   Hatîce Nakçîyê got: "3 zarokên min hene. Kesekî ku alîkariya min bike tune ye. Gava ez diçim cem wî jî divê ez texsiyê kirê bikim. Ger ez serê sibehê zû ne li wir bim, me naxin hundir. Gava ez diçim, bi rastî jî di warê aborî de pir ditengijim. Car heye em 4-5 mehan nikarin biçin. Dêya wî extiyar e, lingekî wê seqet e û di yê din de jî platîn heye. Çavên wê jî nerihet in. Gava em dikevin hundir em zehmetiyê dikişînin. Em bi saetan disekinin. Carekê di nîv saetê dawî de em xistin hundir. Jixwe em salê carekê diçin, wê carê jî hezar zehmetiyan didin ber me. Me çend cxaran daxwazname nivîsandin, lê wî sewqî vir nakin."    Nakçî bilêv kir ku ji ber ku hevjînê wê nebûye îtirafkar hatiye sirgûnkirin û wiha pê de çû: "Em dixwazin wî bînin Amedê. Jixwe belesebeb ceza lê hat birîn. Di dosyeya wî de tu tişt tune bû, lê rabûn ceza lê birîn. 7 sal in girtiye. Dosyeya me hê jî li Enqereyê ye, tiştekî nabin. Dadgeha wî 4 salan dewam kir û 3 sal in dosye li Dadgeha Bilidn e. Jixwe gritî zehmetiyê dikişînin. Qet nebe bila malbatên wan nekişînin. Bihata Amedê, me yê bi rihetî ew bidîta. Hevalên di Girtîgeha Xarpêtê de hemû vê zehmetiyê dikişînin. Hin kes hene 7-8 sal in malbata xwe nedîtine. Hevalên li cem hevjînê min 3 sal in malbatên xwe nedîtine."    ‘DIVÊ EMELIYAT BIBE'   Nakçî anî ziman ku hevjînê wê jî nexweş e û di warê dermankirinê de bi hin pirsgirêkan re rû bi rû dimîne. Nakçî got: "Lê 3 sal in wî emeliyat nakin. Qirika wî diwerime. Nikare bi rihetî bêhnê bistîne. Çavên wî jî nerihet in, piştî çend mehan ew birin ser bijîşk. Niha berçavk loi ber çavên wî ne, lê dibêje çavên wî diêşin."    Nakçiyê bang kir ku divê daxwaza wan a ji bo sewqkirina hevjînê wê bê qebûlkirin û ji saziyên mafên mirovan û raya giştî xwest ku di vî warî de hesas bin.