Der barê polîsê ku heqaret li serokê baroyê û êrişî parêzer kir de biryara neşopandinê 2023-09-19 09:06:05   AMED - Polîs Ercan Çetîn, gava parêzer bi fermana serokê dadgehê ji hêwana danişînê hatibûn derxistin êrişî Rêveberê Baroya Amedê Parêzer Seyît Riza Karakaş kiribû û heqaret li Serokê Baroya Amedê Nahît Eren kiribû. Di lêpirsîna der barê polîs Çetîn de biryara "neşopandinê" hat dayîn.    Di 13'ê îlona 2021'ê di danişîna doza Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkanê de, serokê dadgehê ferman dabû ku parêzer ji hêwana danişînê bên derxistin. Ji ber vê rageşiyek rû dabû. Polîs Erol Çetîn kulm li sînga Rêveberê Baroya Amedê Parêzer Seyît Riza Karakaş xistibû û ji Serokê Baroya Amedê Nahît Eren re gotibû: "Bêşeref, bêşerde". Piştî vê giliyê polîs Erol Çetîn hatibû kirin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê Erol Çetîn de lêpirsîn dabû destpêkirin. Di lêpirsîna hat destpêkirin de biryara "neşopandinê" hat dayîn.    Ji bo biryara neşopandinê jî girtenameya serokê dadgehê Enver Akman û endamên şandeya dadgehê wekî hincet hat nîşandan.    Di danişînê de serokê dadgehê Enver Akman gazî polîsan kir. Akman ji polîsên ku hatin hêwana danişînê re got: "Ez çi bibêjim hûn ê wê bikin. Kî pergala danişînê xera bike û ez îşaret pê bikim, wî/ê derxin derve." Lê piştî ku her çû hejmara polîsan zêde bû parêzeran nerihetiya xwe dan der û di navbera polîs û parêzeran de rageşiyek rû da. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û Rêveberê Baroyê Seyît Riza Karakaş jî gava bi meseleyê hesiyan ketin hêwana danişînê.   Parêzer Ozum Vûrgûn jî gava xwest ji bo avê vexwe derkeve derve, serokê dadgehê Akman jê re got: "Tu bê destûr diçî ku derê? Te destûr ji kê xwestiye. Rûnê li cihê xwe." Vûrgûnê jî got: "Ez ê biçim avê vexwim." Piştî vê gengeşî dest pê kir. Serokê Dadgehê, ji polîsan re got: "Hûn ê li vir bi ya min bikin. Min go kî derxin derve hûn ê wî/ê derxin."    Piştî vê Serokê Baroya Amedê Eren diyar kir ku ya ku dadgeh dike xihê xemgîniyê ye û got ku bi vî awayî mafê parastinê tê binpêkirin. Serokê dadgehê jî Eren îşaret kir û ferman da polîsan û got: "Wî derxin derve." Bi vê re rageşî zêdetir bû û polîsan Eren û parêzerên din derxisn derve. Lê belê polîs Erol Çetîn kulm li singa Endamê Lijneya Rêveber a Baroya Amedê Seyît Riza Karakaş xist û ji Serokê Baroyê Eren re jî got "bêşeref, bêşerde."    Ev qewimîn bi biryara dadgehê wekî girtename hat tomarkirin. Di girtenameyê de hat îdiakirin ku Parêzer Ozum Vûrgûn bê destûr derketiye derve, dadgehê ew hişyar kiriye û di wê navberê de Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ku bê destûr axiviye hatiye şiyarkirin û piştî nesekiniye dadgehê jêr e gotiye derkeve derve, lê ew çûye cihê temaşevanan û temaşevan jî êrişî kursiya dadgehê kirine û ji ber vê heyetê navber daye danişînê û biryar standiye ku danişîn bê temaşevan bidome.    Piştî vê Eren û Karakaş giliyê polîs Erol Çetîn kirin. Erol Çetîn jî li xwe mikur nehate û ew li gor fermana dadgehê tevgeriyaye.    Di lêpirsîna der barê polîs ÇEtîn de biryara neşopandinê hat dayîn. Dozgeriyê di biryara xwe de diyar kir ku girtenameyên dadgehê wekî belgeyên şênber û beyanên kesên giliyê polîs kirine jî wekî delîlên razber dan der û derpêş kir ku ji bo temasa fîzîkî tu delîl tune ne.