Erdogan ji pirsa rojnameger aciz bû: Ev çima te eleqedar dike? 2023-09-19 10:42:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan li DYA’yê ji pirsa rojnameger a têkildarî girtina Osman Kavala û Selahattîn Demîrtaş aciz bû û got: “Ev yek çima ewqas we eleqedar dike?”   Serokkomarê AKP’î yê ji bo tevlibûna Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê, bi kanala PBS'ê re hevpyevînek kir. Erdogan ji pirsa rojnameger Amna Nawaz a têkildarî rojnameger û siyasetmadaran hêrs bû.     Nawaz, bal kişand ser karsazê girtî Osman Kavala û Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş û ev pirs ji Erdogan kir: "Gelo hûn hewl didin van kesan bêdeng bikin? Gelo hûn hebûna van kesan weke gef dibînin?” Erdogan, wiha bersiva pirsan da: "Ev yek çima ewqas we eleqedar dike? Tirkiye dewleteke hiqûqê ye. Di dewleteke hiqûqê de van biryaran dadgeh didin. Heke dadgehê biryareke wiha dabe, wê demê em jî rêzê ji van biryaran re digirin. Ez nikarim li ser navê dadgehê biaxivim. Kesê hûn qala wî dikin (Osman Kavala) fînansorê protestoyan bû.”    Erdogan têkildarî pirsa dozên berdewam dikin jî ev tişt gotin: “Ez nikarim bi wan re mijûl bibim. Biryaran dadgeh dide.”  Têkildarî Selahattîn Demîrtaş jî Erdogan wiha axivî: “Terorîst, bû sedema mirina ji 200 kesan zêdetir. Ji ber vê yekê dadgehê biryarek da.” Dema ku rojnameger xwest bikeve navberê û pirseke din bike Erdogan hêrs bû û ev tişt gotin: “Mafê we nîne ku hûn axaftina min bibirin. Tu dê rêz bigirî, tu dê rêz ji biryarên darazê re bigirî. Ma daraza Amerikayê jî ne wekî daraza Tirkiyeyê ye? Hûn neçarin ku rêzê ji daraza Tirkiyeyê re jî bigirin.    ROJNAMEGER HEDEF GIRT   Erdogan der barê pirsa rojnamegerên girtî ev nirxandin kir: “Ger ku piştgirî dabin terorê, ger ew piştevaniya terorê bikin, ma dikarin li ku dera cîhanê azad bijîn û bigerin? Ev kes piştgiriyê didin terorê û der barê van kesan de daraz biryaran dide.”   ERDOGAN: SELO DÊ JI GIRTÎGEHÊ DERNEKEVE   Gotina Erdogan a “biryaran daraz dide” daxuyaniyên wî yên berê anî bîrê. Erdogan serê vê salê têkildarî Selahattîn Demîrtaş ev tişt anîbû ziman: “Heta ku ez desthilatdar bim dê Selo ji girtîgehê dernekeve."