Şaredariya Erxeniyê dê li Mala Mamosteyan firaqxaneyê çêbike 2023-09-19 13:41:48   AMED - Şaredariya Erxeniyê civîna meha îlonê ya meclisê ku hilbijêrên wê ji peywirê hatine girtin li dar xist. Di civînê de biryar hat dayîn ku ji bo rêyên di dema çêkirina gaza xwezayî de xerab bûne ji Banka Îllerê kredî were girtin, hinek neguhêzbar tehsîsî perwerdeya neteweyî bên kirin û li Mala Mamosteyan firaqxane were çêkirin.    Li Şaredariya Erxeniyê qeyûm hatibû tayînkirin û şaredariyê civîna xwe ya meha îlonê ya meclisê li dar xist. Biryarên di civînê de hatine dayîn hatin parvekirin. Li şûna endamên meclisê ya şaredariyê ku ji hêla qeyûm ve hatibû feshkirin, çendek memûrên hatine tayînkirin û qeyûm Ahmet Karaaslan biryar dan. Hat zanîn ku hinek neguhêzbar tehsîsî Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Erxeniyê hatin kirin.    DÊ ŞAREDARÎ RÊYÊN ŞÎRKETA GAZA XWEZAYÎ XERAB KIRINÊ ÇÊBIKE    Di biryarên meha îlonê yên li ser malpera şaredariyê de hatin weşandin de hat destnîşankirin ku ji bo çêkirina rêyên di dema çêkirina gaza xwezayî de hatine xerabkirin, peywir dan qeyûm Karaaslan ku ji Banka Îllerê krediyê bigire. Rêyên behsa xeberê ji hêla şîrketa taybet ve hatine xerakirin û divê ew çêbikin lê şaredariyê biryar da ku ji bo çêkirina rêyan şaredarî krediyê bikişîne.    JI BO KULÛBÊN SPORÊ ALÎKARIYA PEREYAN   Meclisa Şaredariyê biryar da ku alîkariya pereyan bide 2 kulubên sporê û ji wan re malzemeyan bikire. Di biryarê de hat destnîşankirin ku alîkariya pereyan bide Kuluba Sporê ya Erganî Ruzgar Sporê û kuluba Sporê ya Astengdarên Bihîstinê ya Erxeniyê.    NEGUHÊZBAR DAN DÎSKÎ Û MEB’Ê   Her wiha neguhêzbara parsela bi hejmar 1 a adaya 842 ya li Taxa Şîrînevlerê tehsîsî DÎSKÎ’yê hate kirin. Di biryareke din de jî parsela hejmar 67 a adaya 1043 ku milkê şaredariyê ya li Taxa Kemertaş ji bo qada tesîsa civakî û ji bo 25 salan bêyî bedelek were dayîn tehsîsî Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Erxeniyê hate kirin. Di heman demê de li gel ku girêdayî MEB’ê jî ye, biryar hate dayîn ku şaredarî li Mala Mamosteyan Firaqxane were çêkirin.    DÊ PÊŞBIRKA XWARINÊ WERE LIDARXISTIN   Meclisê biryar da ku pêşbirka xwarinên herêmî were lidarxistin.    MA / Mujdat Can