Hat îdiakirin ku di bombebarana li gundê Banayê de kesekî jiyana xwe ji dest da 2023-09-19 14:17:46   ŞIRNEX - Hat îdiakîrin ku li gundê Bana yê ku du meh in di bin dorbêça leşkeran de ye û hate bombebarankirin, endamekî HPG'ê  jiyana xwe ji dest da.   Gundê Bana yê girêdayî navçeya Basa ya Şirnexê zêdetirî du meh in di bin dorbêça leşkeran de ye. Walîtiya Şirnexê di 15'ê îlonê de li gel pênc herêmên din, li çolterê Banayê jî qedexe ragihandibû. Sewalên şêniyên gund ji gund hatibûn derxistin. Çolterên gund ji duh ve bi helîkopteran tê bombebarankirin. Wezarata Karên Naxweyî ya Tirkiyeyê îdia kir ku di encama bombebaranê de endamê HPG'ê yê bi navê Ramazan Elîçumuş jiyana xwe ji dest daye.    Hat ragihandin ku cenazeyê Elîçûmûş rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Her wiha liv û tevgera leşkerî ya ji bejahî û hewayî ve didome.