Bavê wî anîbûn ber avahiya HDP’ê: Hat îdiakirin ku Elîçumuş ê HPG’î jiyana xwe ji dest da 2023-09-19 14:27:06   ŞIRNEX - Hat îdiakirin ku endamê HPG’ê Ramazan Elîçumuş ku dewletê bavê wî anîbû pêşiya avahiya HDP’ê li Şirnexê jiyana xwe ji dest da.    Operasyona leşkerî ya li gundê Bana yê girêdayî navçeya Basa ya Şirnexê û li derdora wê zêdetirî 2 meh in berdewam dike. Dorpêça li ser gund berdewam dike û herêmên çolter jî tên bombebarankirin. Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya îdia kir ku endamê HPG’ê Ramazan Elîçumuş di operasyona li herêmê de jiyana xwe ji dest dane.    Her wiha hat zanîn ku cenazeyê endamekî HPG’ê rakirine morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.    Dorpêç û bombebarana li gund berdewam e.    BAVÊ WÎ ANÎBÛN BER AVAHIYA HDP’Ê   Dewleta tirk, bavê Elîçumuş ê ku Yerlîkaya dibêje “hatiye kuştin”, Mehmet Halîl Elîçumuş di 3’yê îlona 2019’an de anîbû ber avahiya Rêxistina HDP’a Amedê û tev li “nobeta” li vir kiribû.