Akin: Li Meletiyê jiyana gel di xetereyê de ye 2023-09-19 14:31:19 MELETÎ - Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin ku serdana Meletiyê kir, got: "Jiyana gel di xetereyê de ye."   Partiya Çepên Kesk serdanên xwe yên li bajarên ku bandor ji erdhejên Mereşê girtin, didomîne. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin û yên pê re îro li Meletiyê hin serdan kirin. Şande ewilî li Taxa Gozdeyê ya li navçeya navendî ya Battalgaziyê serdana konteyneran kir û serdana Bazara Demîrciyê ya ku di erdhejê de serobino bûbû û di 13'ê Nîsana 2023'yan de temelê wê hatibû çêkirin, kir.    AKIN: JIYANA GEL DI XETEREYÊ DE YE   Akin, bilêv kir ku 5 meh derbas bûne lê tu tişt nehatiye kirin û got ku kavilên erdhejê hê jî li cihê xwe ne. Akin wiha domand: "Gotin 'Em ê di salekê de avahiyan teslîm bikin', lê encam li holê ye. Texrîbateke gelekî mezin heye û hê jî wekî xwe ye. Mirov bi xetereya asbestê re rû bi rû ne. Jiyana gelê Meletiyê di talûkeyê de ye. Nediyar e ku pereyên ji bo erdhejê çûne ku derê. Em duh li Semsûrê geriyan, em bi dîmeneke êşbar re rû bi rû man. Me îro li Meletiyê jî heman dîmen dît. Mayîna li konan û konteyneran li mirovan ferz kirine."    Şande paşê çû serdana Dêra Taşhoranê kir ku di erdhejê de zirareke mezin dît. Şande ku li vir jî serdana esnafan kir, guh li pirsgirêkên esnafan kir. Paşê serdana welatiyên di konteyneran de hat kirin. Welatiya diyar kir ku bi nêzbûna zivistanê re pirsgirêkên wan zêde bûne û got ku sozên hatine dayîn nehatine pêkanîn.    Di çarçoveya bernameyê de serdana Egîtîm-Sen û ÎHD'ê yên di konteyneran de jî hat kirin. Her wiha şande li Kolana Yeşîlyûrtê di konteyneran de bi gel re civiya.    Akin bal kişand ser tiştên beriya erdhejê qewimîne û got ku pirsgirêk nehatine çareserkirin. Akin destnîşan kir ku lê ew ê bi têkoşîneke rêxistinkirî ji heq van rojên zor û zehmet derkevin û divê gel jî li hember pirsgirêkên rû didin bêdeng nemîne.    Şande dê sibê biçe Mereşê.