ÎTO: Em bi Dayikên Şemiyê re ne 2023-09-19 16:50:40   STENBOL -  ÎTO’yê bal kişand ser derhiqûqiya her hefteyê li Dayikên Şemiyê tê kirin û wiha got: “Em ê her tim li cem Dayikên Şemiyê cih bigirin.”    Odeya Bijîşkan a Stenbolê (ÎTO) têkildarî binpêkirin û derhiqûqiyên di dema çalakiya hefteya 964’emîn a Dayikên Şemiyê de hatine kirin, li avahiya xwe ya li Cagaloglûyê daxuyanî da. Pankarta “Em dev ji têkoşîna xwe ya edalet, demokrasî û mafên mirovan bernadin, bi Dayikên Şemiyê re ne” li eywana daxuyaniyê hatibû daliqandin. Endamên Lijneya Rêveberiyê ya ÎTO’yê û xizmên windakiriyan tev li daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ji hêla endama Konseya Navendî ya serdema berê ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Dr. Meltem Gunbegî ve hate xwendin.    Dr. Saffet Ercan, beriya daxuyaniyê axivî û bal kişand ser derhiqûqiya li hemberî yek ji çalakiyên herî aştiyane ya cîhanê. Ercan, diyar kir ku ÎTO’yê hefteya din piştgirî da çalakiyê û wiha got: “Çalakiya Dayikên Şemiyê, têkoşîna lêgerîna maf e.”    Dr. Meltem Gunbegî jî da zanîn ku tevî biryara “binpêkirinê” ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dagdeha Destûr Bingehîn (AYM) jî çalakiya Dayikên Şemiyê tê astengkirin û wiha domand: “Dayikên Şemiyê her hefteyê daxwaza dîtina xizmên xwe yên hatine windakirin dikin. Di çalakiya hefteya din de amirê polîsan bi gotinên xwe çalakvan sor kir. Qurnefîlên di destê çalakvanan de bi hêrsokî hatin jêkirin û di bin piyan de periçandin. Dema li wesayîta polîsan hatin siwarkirin jî ji pişt ve hatin kelemçekirin, bi dehfdanê xistin wesayîtan, heqaret kirin. Dema li dijî kelemçeyê îtîraz hatiye kirin jî bi zanebûn hêj bêhtir şidandin û îşkence û miameleya xerab kirin. Polîsan nehiştin kesên muayene bûne raporên muayeneyê wergirin. Hejmara sicîlê ya raporan hatin jêbirin. Em ê her tim li cem Mirovên Şemiyê bin.”    ‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN’    Ji xizmên windakiriyan Îkbal Eren jî got ku di wesayîta binçavkirinê de hatine derbkirin lê çi dibe bila bibe ew ê têkoşîna xwe bidomînin.    Huseyîn Ocak ku kekê wî Hasan Ocak di dema binçavkirinê de hatibû windakirin jî bal kişand ser girîngiya azadî û demokrasiyê û ji ber piştgiriyê spasiya TTB’ê kir.