PDK’ê sewqiyateke nû bo Sîdekan û Biradostê kir 2023-09-19 16:54:48 NAVENDA NÛÇEYAN - PDK’ê careke din ber bi herêmên Sîdekan û Biradostê ve sewqiyata leşkerî kir.    Li gorî nûçeya Rojnewsê; PDK’ê ber bi herêmên Sîdekan û Biradostê ve wesayîtên leşkerî û hêzên taybet sewq kir. Hat zanîn ku ji bo her du herêman zêdetirî 400 leşker û gelek wesayîtên zirxî sewq kirine.    PDK’ê di 13’ê îlonê de jî ber bi herêmên Biradost û Sîdekanê ve bi 200 wesayîtan hêza operasyonê ya leşkerî sewq kiribû.