ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2023'YAN 2023-09-20 09:00:39       * Serokê Giştî yê KKP’ê û Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Wanê Sînan Çîftyurek bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku divê tecrîd ji holê rabe û gel bigihîje fikr û ramanên Ocalan.   * Li Cizîrê jinên ku bi salan e debara xwe bi zebze û fêkiyên ku li baxçeyên xwe diçînin dikin û nikarin debara xwe bikin, wiha bertek nîşanî polîtîkayên şer ên desthilatdariya AKP'ê dan: "Pereyê vî gelî hemû da fîşekan û li van çol û çiyayan direşîne."   * Li 5 penaberên ku cerdevanan ew xesp kirin, 22 sal û 11 meh ceza hat birîn. Di darizandina jinûve de, derket holê ku telefoa penaberan ji aliyê sercerdevan ve hatiye bikaranîn. Penaberan beraet kir, dadgehê jî giliyê cerdevanên ku penaberan xapandin kir. Lê dîsa jî penabera tên dersînorkirin.    * Hevserokê MEBYA-DER'ê Mehmet Emîn Kiliç diyar kir ku êrişên li hemberî goristanan û cenazeyan zêde bûne û got: "Tiştên li goristanan û cenazeyan tên kirin asta herî dawî ya bêexlaqîtiyê ye."    * Ahmet Guler ê birayê girtiyê nexweş ê ji sedî 94 astnegdar Emîn Guler diyar kir ku birayê wî di şert û mercên girtîgehê de nikare baş bibe û got ku heke birayê wî nayê berdan her ku biçe wê rewşa tenduristiya wî hê xerab bibe û got: "Bi vê yekê dibêjin bila di girtîgehê de bimire."   * Ramazan Cirik ê erdê wî di navbera poligona aîdî Midûriyeta Tîmên Taybet a Mêrdînê de dimîne xwest biçe nav erdê xwe lê bi îdiaya “gefê” 18 roj cezayê hepsê lê hat birîn.    * Albûma “Şer” ku 15 komên muzîkê tê de stranekê dibêjin derket. Muzîkjenê kurd Kemal Yildirim têkildarî albûmê wiha got: “Ji hunera takekesî ya pêş ve diçe re bû bersivek. Me xwest karekî kolektîf û komînal bikin.”   * Seroka Meclisa Jinan a DBP’ê Aynûr Sarica wê li Buroya Şewirmendiyê ya Navenda Giştî ya partiya xwe ya li Amedê civîneke çapemeniyê li dar bixe. (09.30)   * Qeyûma Şaredariya Cizîrê Nazli Demîr Mala Dengbêjan a dîrokî dewrî Midûriyeta Perwerdehiyê ya Navçeyê kiribû. Rêxistinên sivîl ên civakî, dê têkildarî dewrkirinê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (10.00)   * Siyasetmedarê kurd Îbrahîm Ayhan ku li sirgunê jiyana xwe ji dest dabû, dê di salvegera 5’emîn a mirina xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Natoyê ya li navçeya Sêwregê bê bibîranîn. (11.00)   * Mûsa Anter ê di 20’ê Îlona 1992’yan de li Amedê ji aliyê JÎTEM’ê ve hate qetilkirin, dê li taxa Cûmhûriyet a lê hatiye qetilkirin û li ser gora xwe ya li gundê Sitîlîlê yê navçeya Nisêbînê bê bibîranîn. (11.00-16.00)   * Şaxa ÎHD’a Wanê rapora ku têkildarî Girtîgeha Tîpa L a Panosê amade kiriye dê li avahiya komeleyê aşkere bike. (13.00)   * Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir dê tev li kongreya partiya xwe ya li Sêrtê bibe. (13.00)   * Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar wê li Mereşê serdana mexdûrên erdhejê bike. (14.00-17.00)   * Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê dê di sala 98’emîn a Komkujiya Pirsûsê ku 33 lê hatin qetilkirin, li ser Cadeya Halîtaga ya navçeya Kadikoyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (18.00)