Doza Kobanê taloqî sibê hate kirin 2023-09-20 11:59:36   ENQERE - Doza Kobanê li gel erêkirina daxwaza mazeretên bihincet ên siyasetmedarên girtî, taloqî sibê hate kirin.    Rûniştina yekemîn a danişîna 33’yemîn a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hate lidarxistin.   Siyasetmedarên girtî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn. Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî di danişînê de amade bûn.    Doz bi xwendina belgeyên nû ketine dosyeyê dest pê kir û bi tespîta nasnameyan berdewam kir. Piştî ku daxwaza hincetên siyasetmedarên girtî hate qebûlkirin, danişîn taloqî sibê hate kirin.