Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin 2023-09-20 12:15:32   COLEMÊRG - Li zomên girêdayî gundên Tiloran a Jêr û Tiloran a Jêr ên navçeya Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin. Hemû rêyên ber bi herêma çolterê ve diçin bi wesayîtên zirxî hatin girtin.    Li zomên girêdayî gundên Tiloran a Jêr û Tiloran a Jor ên girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê bi tevlibûna gelek leşkeran operasyon hate destpêkirin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; rêyên ji her du gundan ber bi zomên Horê, Bere Sor û Coniyê ve diçin ji hêla leşkeran ve bi wesayîtên zirxî hatin girtin. Derdora gundan jî hate dorpêçkirin.    Hat zanîn ku ji serê sibehê heta niha bi sedan leşker bi wesayîtên zirxî ber bi herêmê ve hatin sewqkirin û li qadên devera çiyayên Sipêrêz û Omerê jî liv û tevgera ÎHA û SÎHA’yan heye.    Çavkaniyan da zanîn ku leşker nahêlin şêniyên pezê wan li Zoma Bere Sorê derbas bibin û gundiyan hêj pezê xwe ne dotî vegeriyan.