Li gundê Cifanê şewat derket 2023-09-20 12:22:12   ŞIRNEX - Li sê noxteyên gundê Cifanê yê li quntara Çiyayê Cûdî dimîne, şewat derket.   Li sê noxteyên gundê Cifanê yê girêdayî Şirnexê ku li quntara Çiyayê Cûdî dimîne bi sedemeke nediyar şewat derket. Şewata ku ji navenda Şirnexê jî xuya dike gav bi gav belav dibe. Li gorî agahiya ku ji Midûriyeta Daristanê ya Bajêr hatiye girtin, mudexileyî şewatê tê kirin. Lê belê ji saeteke bêhtire herêm dişewite.   Duh jî li gundê Bîrava bi sedemeke nediyar şewat derketibû, hate diyar kirin ku şewat xwe bi xwe vemiriye.