Tehsîskirina Mala Dengbêjan a ji bo MEB’ê li Cizîrê hate protestokirin 2023-09-20 12:34:36   ŞIRNEX - Qeyûma Şaredariya Cizîrê Nazli Demîr “Mala Dengbêjan” tehsîsî Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Cizîrê kir. Hevşaredar û endamên Meclisa Şaredariyê yên HDP’î jî bertek nîşan dan û wiha gotin: “Bi vê kirariya xwe careke din nîşan dan ku qeyûm rewa nînin.”    Qeyûma Şaredariya Cizîr a Şirnexê Nazli Demîr di 7’ê tebaxê de “Mala Dengbêjan” tehsîsî Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Cizîrê kir. Hevşaredarên Cizîrê yên ku li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin Bêrîvan Kutlu û Mehmet Zirig, endamên Meclisa Şaredariyê, Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Newroza Uysal Aslan û gelek kesan li dijî vê kiryara qeyûm li avahiya Partiya Çepên Kesk a Cizîrê daxuyanî dan.    ‘EV YEK NÎŞAN DIDE KU QEYÛM REWA NÎNIN’   Endamê Meclisa Şaredariyê Mesût Uçkaç daxuyanî xwend. Uçkaç, diyar kir ku Mala Dengbêjan a gelê navçeyê ye û wiha got: “Weke ku tê zanîn me hilbijartinên 2019’an de Şaredariya Cizîrê bi rêjeyeke zêde bi dest xist. Lê mixabin bi zagonên keyfî yên OHAL’ê re dest bi talanê kirin. Talana herî dawî jî talana çandî bû. Li gorî zagona şaredariyan, divê li ser banga hevşaredaran û bi agahdarkirina encamên meclisê, civîn bi tevlibûna endamên Meclisa Şaredariyê bihata lidarxistin. Li gorî qanûnan rêbaz ev e. Ji ber ku qeyûm tê wateya xespkirinê, rewşa heyî li gorî serê xwe bi kar tîne. Her wiha qeyûm ji xwe re zagonen taybet bikartîne. Ev yek nîşan dide ku qeyûm rewa nînin.”    ‘EM Ê NIRXÊN GELÊ XWE BIPARÊZIN’    Bi domdarî Uçkoç bang li her kesî kir ku li dijî vê biryarê xwedî helwest bin û axaftina xwe wiha qedand: “Weke Meclisa Şaredariya Cizîrê em careke din bang dikin ku qeyûm dev ji van êrişên li dijî nirxên gelê me berde. Em ê di her şert û mercan de nirxên gelê xwe biparêzin.”    Daxuyanî, bi dirûşma “Li Cizîrê talan e” bi dawî bû.