Doza îşkenceya li zarokî: Polîsên bersûc tev li danişînê nebûn 2023-09-20 15:49:24   AMED - Di danişîna ewil a doza têkildarî îşkenceya li navçeya Licê li Y.D. yê 14 salî hate kirin de hatibû vekirin, polîsên bersûc beşdar nebûn. Y.D. tundiya polîsan vegot û daxwaza girtina bersûcan hate redkirin.    YD’yê 14 salî di 21’ê adarê de li navçeya Licê ya Amedê ji aliyê polîsan ve hatibû revandin û îşkencekirin. Derheqê bûyerê de lêpirsîn hatibû destpêkirin û ji 5 polîsên hatin binçavkirin 3 jê hatibûn girtin. Piştî îtîraza parêzerên polîsan, her 3 polîs jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan. Danişîna ewil a doza derbarê polîs Î.A., E.O., G.B., A.O. û H.Ç. de hatibû vekirin li Dadgeha Ceza ya Asliye ya Licê hate lidarxistin. Polîsên ku bi sûcdariya “Bi zor û gefan kes ji mafê wî yê azadiyê bêpar hiştine” û “zerardane mal” tên sûcdarkirin tev li danişînê nebûn. Malbata Y.D., parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Amedê Serhat Eren û Halîde Turkoglû, parêzerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Baroya Amedê di danişînê de amade bûn. Bi hinceta “eywan biçûke” destûr nehate dayîn ku rojnamevan danişînê bişopînin.    TUNDIYA POLÎSAN VEGOT    Dayik û bavê Y.D. yên di danişînê de mafê axaftinê wergirtin, diyar kirin ku ji polîsên bersûc gilîker in. Y.D. yê bi pedagogî re tiştên qewimîn vegot, wiha got: “Ez ji aliyê polîsan ve hatim girtin û li min dan. Hatim derbkirin û îşkence li min kirin. Pişt re ez li wesayîta zirxî siwar kirim, li wir jî li min dan. Ji min re gotin ‘Ji kurdan re xebaran bêje’ , ‘Ji Abdullah Ocalan re xeberan bêje’. Vîdeoya vê jî kişandin, Di wê navberê de gef li min xwarin û ez derb kirim. Bi kontaxa çekan li min dan. Pişt re destên min bi kelemçeya plastîk girêdan û avêtim kêleka rê. Ez ji çalê derketim ser rê. Kekoyekî di rê de derbas dibû ez birim Nexweşxaneya Dewletê ya Licê. Ji wir jî ez birim Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Li her du nexweşxaneyan jî polîsan ji min xwest ku ez giliyê wan nekim. Ez gilîker im.”   ‘BILA LÊPIRSÎN WERE BERFIREHKIRIN’    Baroya Amedê û Şaxa ÎHD’a Amedê daxwaza tevlibûna dozê kirin. Dadgehê daxwaz redkirin. Bi daxwaza parêzeran zarok ji eywana danişînê hate derxistin. Parêzeren Y.D. diyar kirin, bûyer sûcê îşkenceyê ye, amadekirina îdianameyê ya bi vî şiklî xeletî ye. Parêzeran daxwaz kirin ku dosya biçe dadgeha cezayê giran, lêpirsîn were berfirehtirkirin û polîs bên girtin.   DÎMENÊN NAVA WESAYÎTÊ HATIN XWESTIN    Parêzeran Rapora Lijneya Vêneranê ya Wezareta Karên Hundir derbarê polîsan de amade dike û dîmenên nava wesayîta maşîneya zirxî ku îşkence lê hatiye kirin xwestin.    Parêzerên bersûcan jî diyar kirin ku muwekîlên wan ne guncav in, dixwazin bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bibin, biryarên şertên kontrola edlî bên rakirin û telefonên wan ên hatine desteserkirin bên teslîmkirin.    DAXWAZA GIRTINÊ RED KIR   Dadgehê piştî navbereke kurt, biryar da ku parastina polîsan bi fermanê bê wergirtin, daxwaza girtina polîsan red kir, şertên kontrolên edlî yên polîsan berdewam bike, polîs di danişîneke din bên amadekirin, ji bo qeyda kameraya nava wesayîtê ji Miduriyeta Polîsan a Bajêr re nivîs bê nivîsîn.    Danişîn taloqî 24’ê çileya 2024’an kir.    PIŞTÎ DANIŞÎNÊ DAXUYANΠ   Piştî danişînê li ber edliyeyê daxuyanî hate dayîn. Parêzerê malbatê Ramazan Karaalp, diyar kir ku heta ku polîs ji ber sûcê îşkenceyê ceza bigirin wê têkoşîna wan bidome.    Parlamenter, Halîde Turkoglû, anî ziman ku li cem malbatê ne. Turkoglû, diyar kir ku îşkenceya li dijî zarokên kurdan pêk tê bûye sîstematîk û da zanîn ku zarokên kurdan bûne hedefa kesên di saziyên dewletê de dixebitin.    Turkoglû, destnîşan kir ku îşkenceya li zarokan hate kirin îşkence ye û wiha got: “Em dixwazin her kes tev li vê pêvajoyê bibe. Rejîmeke ku dema faîl dibe dewlet bi necezakirinê destên xwe dihêjîne û digere heye. Em dixwazin ku ev hêzên ewlehiyê yên îşkence kirine bên girtin.”