Cenazeyê 4 HPG'iyan ber bi bajarên wan ve hatin birêkirin 2023-09-20 19:48:30   AMED – 4 HPG'iyên ku li Licê jiyana xwe ji dest dan, radestî malbatên wan hatin kirin.    Di 18'ê Îlonê de li gundê Daraqol yê navçeya Licê ya Amedê 4 HPG'î di bombardûmanekê de jiyana xwe ji dest dabûn û cenazeyên wan anîbûn Saziya Tiba Edlî ya Amedê. Piştî nimûneyên DNA'yê yên ji aliyên malbatên wan ve hatibûn dayîn, cenaze îro ji Saziya Tiba Edlî ya Amedê hatin wergirtin.   Cenazeyê Habîp Karakoçê (Egîd Berxwedan) ber bi gundê Girbareşk ê Êlihê û cenazeyê Çetîn Temel (Demhat Setkar) jî ber bi navenda Wanê ve hat birêkirin. Her wiha cenazeyê Cîhat Ay (Pasûr Rohat) ê di heman bombardûmanê de jiyana xwe ji dest da ber bi gundê Salkimli yê navçeya Pasûrê ya Amedê û cenazeyê Hulya Demîrer (Axîn Mûş) jî ber bi gundê Hoşgeldiyê yê navçeya Kopê ya Mûşê ve hat birêkirin.