Cenazeyên Demîrer û Temel li bajarên wan hatin veşartin 2023-09-21 08:09:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Cenazeyên endama YJA-Starê Hulya Demîrer û endamê HPG’ê Çetîn Temel ên li Licê di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest dabûn li bajarên wan hatin veşartin.    Cenazeyê endamê HPG’ê Çetîn Temel (Demhat Setkar) ê di êrişa hewayî de li gundê Daraqol ê girêdayî navçeya Licê ya Amedê jiyana xwe ji dest dabû, li Wanê hate veşartin. Cenazeyê Temel ku duh ji Amedê hate wergirtin û li Êlihê wecîbeyên wî yên olî hatin pêkanîn, li Goristana Karşiyaka ya Wanê hate veşartin. Di merasîma cenaze ya di bin dorpêça polîsan de hate kirin, destûr hate dayîn ku tenê ferdên malbatê beşdarî merasîmê bibin.   Cenazeyê endama YJA-Starê Hulya Demîrer (Axîn Mûş) a di heman êrişê de jiyana xwe ji dest dabû jî birin Mûşê. Cenazeyê Demîrerê jî li gundê Hoşgeldî yê girêdayî navçeya Kop a Mûşê di bin dorpêça leşkeran de hate veşartin.