ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2023'YAN 2023-09-21 09:00:16       * Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz, diyar ku di dîrokê de mînaka tecrîda girankirî ya li Îmraliyê nehatiye dîtin û got: “Îro bi mîlyonan kes li bendê ne ku agahiyek ji Îmraliyê be. Dewlet ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê ji ramanên Ocalan sûdê bigire.”    * Berdevka Komîteya Têkiliyên Derve ya KNK’ê Nîlufer Koç, bertek nîşanî êrişa li dijî nûnertiya wan a Hewlêrê da û wiha got: “Her roja ku PDK faîlan aşkere neke, li dijî gelê kurd sûc dike.”   * Hevşaredar û Dengbêjan bertek nîşanî qeyûma ku li navçeya Cizîrê Mala Dengbêjan a dîrokî daye ber firotinê dan û gotin: “Di bingeha vê de qirkina çandî heye û ev darbeyeke li çandê ye. Ev biryar nenaskirina çanda vî gelî ye.”   * Sekreterê Rêxistinkirinê yê Egîtîm Senê Tahîr Çetîn diyar kir ku desthilat bîrdoziyên xwe yên netewperest, dînperest û zayendperest empozeyî zarokan dike û got ku ji bo vê jî saziyên perwerdehiyê bi kar tîne.    * Sermîn Demîrdag li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin û zêdetirî 30 sal in di girtîgehê de ye. Tehliyeya Demîrdag ji bo 6 mehan hatibû taloqkirin. Derket holê ku biryara taloqkirina tehliyeya Demîrdag beriya civîna Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê hatiye dayîn.    * Fahrettîn Înan di sala 2005’an de li Wanê di gulebarana polîsan de jiyana xwe ji dest da û 18 sal in faîlên wî nehatine dîtin. Parêzer Abdulbasît Bîldîrîcî got heke dema mexdûr kurd be faîl jî tên parastin.    * Mehmet Yûrtdaş, anî ziman ku bavê wî girtiyê nexweş Alî Riza Yûrtdaş di hucreyê de tê ragirtin û got ku "poşmanîtî" li bavê wî tê ferzkirin.    * Welatiyên ku bi pêşengtiya Tevgera Jinûve û di Cih de Avakirina Jiyanê vegeriyan gundên xwe, bi hezaran dar çandin û ji bo ciwan vegerin qadên hilberînê diafirînin.   * Danişîna Doza Kobanê dê li 22'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dê berdewam bike. (10.00)   * Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin wê serdana li herêmên erdhejê li bajarê Hatayê berdewam bike. (10.30-15.00)   * Danişîna doza bi îdiaya "biçûkxistina dewletê" der barê Emîne Şenyaşar de hatiye vekirin dê li Dadgeha Rihayê bê lidarxistin. (11.00)