Li dijî tahsîskirina Mala Dengbêjan bertek: Ev biryar nenaskirina çanda vî gelî ye 2023-09-21 09:04:13 ŞIRNEX - Hevşaredar û Dengbêjan bertek nîşanî qeyûma ku li navçeya Cizîrê Mala Dengbêjan a dîrokî daye ber firotinê dan û gotin: “Di bingeha vê de qirkina çandî heye û ev darbeyeke li çandê ye. Ev biryar nenaskirina çanda vî gelî ye.”   Di sala 2016'an de desthilata AKP'ê dest bi polîtîkaya qeyûman kir û hema bêje di nava salekê de qeyûm tayînî ser hemû şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatin kirin. Desthilata AKP’ê û MHP’ê di sala 2019’an de jî ev polîtîkayên xwe berdewam kirin û tenê di nava salekê de 46 şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin desteserkirin. Li gel desteserkirina şaredariyan gelek projeyên ku şaredariyên HDP'ê ji bo xîzmeta gel dabûn pêşiya xwe hatin betalkirin. Destkeftiyên şaredariyan hemû hedef hatin nişandin û tunekirin. Qeyûmên ku nikarin şaredariyên li Kurdistanê bi rê ve bibin niha jî yek bi yek mal û milkên aydê şaredariyan difiroşin. Şaredariya Cizîrê ku ji aliyê qeyûm Nazli Demîr ve tê birêvebirin, niha yek bi yek milkên şaredariyê difiroşe. Herî dawî jî Mala Dengbêjan ji Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Navçeyê re hate veqetandin û dê ji aliyê Lîseya Hunerê ve bê bikaranîn. Qeyûm Demîr ku di 7'ê tebaxê de di civîna bi Meclîsa Şaredariyê re kirî bi şertê ku qada Dibistana Seretayî ya Fatîhê radestî şaredariyê bê kirin, xaniyê dîrokî tahsîs kir.   Der barê mijarê de Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kûtlû ya ku şûna wê qeyûm hatiye tayinkirin û endamên Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek hûnermend Ûmût Botan û Dengbêj Mûhyettîn Dûymak axivîn.    'DI BINGEHA WÊ DE QIRKIRINA ÇANDÎ HEYE'   Hevşaredar Berîvan Kûtlû, diyar kir ku di bingeha tayinkirina qeyûman de qirkirina çandî heye û wiha axivî: “Armanca sereke ya tayinkirina qeyûman tunehesibandina vîna kurd bû. Piştî ku qeyûm hatin tayinkirin li herêman hem qirkirina fîzîkî û hem jî ya çandî dest pê kir. Vegûherandina Mala Dengbêjan ne bûyereke ji rêzê ye. Ji ber ku ev siyaseta ku bi salane li ser gelê kurd tê meşandin bi serbixwe nayê meşandin. Çawa ku her roj ciwanên kurd tên qetilkirin, çiyayên wan tên bombebaran kirin, siyasetmedar tên girtin, gel ji cih û warê xwe tê koçberkirin, dest dirêjiya li ser deskeftiyên kurd jî perçeyek ji vê siyasetê ye. Şaredariyên ku ji hêla qeyûman ve tên birêvebirin talan dikin. Çawa ku vîna gel desteserkirin, îro deskeftiyên gel jî desteser dikin. Qeyûm giringiya Dengbêjiyê dizane, ji ber wê êrîş dike. Em li dijî vê talanê ne û li dijî vê talanê em ê bertekên xwe bidomînin. Dema ku vê biryarê didin ew pêşerojê nafikirin. Ew sînorên ku ew didin pêşiya me em ê bi wan sînordar nemînin. Qeyûma Cizîrê bi pêkanînên faşîzan nêzikî deskeftiyên vî gelî dibin. Ev darbeyeke çandî ye. Berjewendiyên gel nafikirin. Ew ê çawa derkevin pêşberî gel? Li Cizîrê çend cihên ku nehatine firotin mabûn, ew jî firotin. Cihên ku niha têne firotin dahatek mezin ji şaredariyê re tîne. Ji ber wê van cihên ku di xizmeta çanda gel de, dikin qurbaniya berjwenediyên xwe.”   'MALA DENGBÊJAN AYDÊ VÊ CIVAKÊ YE'    Hunermend Ûmût Botan jî bi lêv kir ku bi salane hewl tê dayin ku çanda kurd bê jibîrkirin û got: “Armanca avakirina Mala Dengbêjan naskirina çanda Cizîra Botan bû. Ji bo ku ev dîroka kevnar bikaribe bijî, li gorî rastiya Cizîra Botan hatibû avakirin. Ji xwe avahî jî avahiyeke çand û dîrokî ye. Şaredarî dema ku di destê DBP'ê de bû ev der ji çandê re hate veqetandin û xebatên çandî û hûnerî hatin meşandin. Gelek kesên ku ji derve dihatin jî cihê sereke ku dihat ziyaretkirin Mala Dengbêjan bû. Ji ber ku Mala Dengbêjan dîrok û çand bû. Ji ber wê jî cihekî girîng e.”   Botan, bal kişand polîtîkayên şerê taybet ên dewletê yên li dijî kurdan û wiha berdewam kir: “Bi salane li ser çand û hûnera kurdî polîtîkayên taybet tên meşandin. Ev polîtîka hin bêtir li Cizîra Botan tên dîtin. Mebesta wan a tahsîskirina Mala Dengbêjan sedemê xwe ji van polîtîkayan digire. Lêbelê divê ku em di hin tiştan de xwe jî rexne bikin. Ev sê serdem in ku şaredarî ji aliyê qeyûman ve tê birêvebirin. Di hilbijartina herî dawî de jî hilbijêrên HDP'ê qasî 6 mehan li ser peywirê man û piştre ji kar dûr hatin xistin. Beriya wan jî hemû saziyên di bin sîwana şaredariyê de dabûn saziyên cûr bi cûr. Gelek tiştên ku aydê Cizîra Botan dest ji me derketin. Heta niha gelek tişt ji destê şaredariyê hatin derxistin. Ev xetereyeke, divê ku ji vê xetereyê vegerin. Divê ku Mala Dengbêjan weke xwe bimîne. Heke ku em pêşiya hin tiştan nesekinin dê tiştek di destê me de nemîne. Divê ku em dora Mala Dengbêjan bibin xelek. Rast e ew sazî destê qeyûm de ye û bi rêbazê qeyûm tê birêvebirin. Ji mîsyona xwe derxistine. Lêbelê ew der aydê vê civakê ye. Ew civak dê li ser wir birînên xwe derman bike. Heke ku em xwedî helwest nebin û bertekên hevpar nedin em ê nikarin pêşiya van bigirin. Ji ber ku tişta ku me dike gel çanda me ye. Firotina Mala Dengbêjan jî bêtehemûliya li dijî navê wê ye. Ji ber wê dixwazin ku bi vî awayî ji mîsyona wê derbixînin.”   'DIVÊ KESEK QEBÛL NEKE'   Dengbêj Mûhyettîn Dûymak jî bertek nîşanî tahsîskirina Mala Dengbêjan da û ev tişt got: “Kurdan di dîrokê de heta niha çanda xwe, zimanê xwe her tim bi Dengbêjiyê parastiye. Bi saya Dengbêjiyê tekoşîna xwe, evîna xwe, êş û kedera xwe aniye ziman. Dîroka kurdî bi saya Dengbêjiyê heta roja me ya îro hatiye. Heke dewletek bixwaze ku êriş bike ewilî êrişî ziman û çanda wî gelî dike. Dema ku çand û ziman serdest kirin êdi hebûna wî gelî jî namîne. Erîşa li ser çand, li ser ziman û li ser mala dengbêjan jî beşek ji van êrîşane. Erîşa li ser Mala Dengbêjan nayê qebûl kirin û divê ku herkesek li dijî vê helwesta xwe nîşan bide. Ev Mala Dengbêjan maleke dîrokî ye û divê ku weke xwe bimîne. Gel bernameyên xwe yên çand û ziman li wir li dar dixistin. Gel li vir Dengbêjên xwe guhdar dikirin. Ji ber wê divê ku em hesas nêzikî vê meseleyê bibin. Ji ber vê ez bang li gel dikim ku gel li dijî vê sekna xwe diyar bike. Ji bo çand û zimanê me çi pêwîst bike û bikeve ser milê me em ê bikin.”   MA / Zeynep Durgut - Mehmet Guleş