Derket holê ku biryara taloqkirina tehliyeyê beriya civîna lijneyê hatiye dayîn 2023-09-21 09:05:55   SÎNCAN - Sermîn Demîrdag li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin û zêdetirî 30 sal in di girtîgehê de ye. Tehliyeya Demîrdag ji bo 6 mehan hatibû taloqkirin. Derket holê ku biryara taloqkirina tehliyeya Demîrdag beriya civîna Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê hatiye dayîn.    Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Girtîgeha Jinan a Sîncanê cara duyemîn tehliyeya Sermîn Demîrdag taloq kir ku 30 sal in girtî ye. Di meha adarê de tehliyeya Demîrdag ji bo 3 mehan û di tebaxê de jî ji bo 6 mehan hatiye taloqkirin. Hinceta taloqkirina tehliyeya Demîrdag a ji bo 6 mehan weke “di dema lêgerînên qawîşan de karê gardiyanan hêsan nekir”, lêpirsînên bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” hatine vekirin, “tevlinebûna civînên lijneyê” û “tevlinebûna bernameyên başkirinê yên rêveberiya girtîgehê” hatin nîşandan. Lijneyê ev hincet nîşan da û ji bo rewşa Demîrdag biryara “halnebaş” da.    BIRYAR BERIYA CIVÎNÊ HATIYE DAYÎN   Demîrdag, da zanîn ku biryara lijneyê di 24’ê tebaxê de jê re hatiye ragihandin. Demîrdag, got ku di bin biryarê de îmzeya dozger heye lê dozger di civînê de nebû. Bi domdarî Demîrdag anî ziman ku biryara civîna lijneyê ji hêla gardiyanan ve hatiye ragihandin û di wê kêliyê de bi kamerayan dîmen hatine kişandin. Demîrdag, diyar kir ku dema biryar jê re hatiye teblîxkirin, wê ji wan re wiha gotiye: Ez ê tev li lijneya dozger tev li dibe bibim. Dixwazim parêzerê min jî tev li civîna lijneyê bibe ku veguherîne darizandinê.”    Di berdewamê de Demîrdag daxuyand ku di vê mijarê de ji wê re bersivek nehatiye dayî û wiha ev agahî parve kir: “Hefteyek piştre jî biryar ji min re hate ragihandin. Dema min li kaxizê nihêrtî, min dît ku lijne beriya bangî min bike civiyaye û biryar daye. Lê tehliyeya min bi hinceta ku min nexwestiye tev li civînê bibim hatiye taloqkirin. Ev yek, nîşaneya bêhiqûqtiyê ye. Lêpirsîna behsa xeberê jî bi hinceta ku 2 sal berê di 15’ê Tebaxê de stranên kurdî hatine gotin hatiye vekirin. Dadgeriya înfazê ev dosya girtiye lê dozgerê girtîgehê biisrar vê dosyaya lêpirsînê nagire. Ji ber ku biryara nepeniyê heye, hevalên parêzer nikarin xwe bigihînin naveroka wê. Eşkereye ku dixwazin me ceza bikin û ji bo nehêlin em derkevin hincetan diafirînin. Ev rewş nayê qebûlkirin.”    Hat zanîn ku Demîrdag dê bi rêya parêzerên xwe îtîraz bike.    Yek ji girtiyên din a ku demekî dirêje tehliyeya wê tê astengkirin jî Ozlem Demîr e. Demîr, bi sedema ku dozger tev li civîna Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê nebûye, qebûl nekir ku tev li civînê bibe. Midûrê duyemîn ê girtîgehê, sergardiyan, teknîsyen, mamoste û çendek peywirdarên din ên tev li civînê bûn ji Demîre re gotin; “Ev der lijneya jêr e. Heta ev der erê neke tu nikarî derkevî lijneya jor.” Demîr, da zanîn ku di bin biryaran de îmzeya dozger heye û ji civînê derketiye. Siyasetmedar Zeynep Bîngol jî destnîşan kir ku dê tev li civîna lijneyê ya dozger tevli nebûyî nebe.    Tê payîn ku Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê di rojên pêş de biryara xwe ya derheqê Demîr û Bîngol de bide.    MA / Dîcle Muftuoglû