18 sal in kujerê Înan nehatiye dîtin 2023-09-21 09:34:46   WAN - Fahrettîn Înan di sala 2005’an de li Wanê di gulebarana polîsan de jiyana xwe ji dest da û 18 sal in faîlên wî nehatine dîtin. Parêzer Abdulbasît Bîldîrîcî got heke dema mexdûr kurd be faîl jî tên parastin.    Endamê HPG’ê Cafer Îşnas (Rêzan Van) di 19’ê hezîrana 2005’an de li navçeya Payîzava ya Wanê di şerekî de jiyana xwe ji dest dide. Cenazeyê wî li navenda Wanê bi meşekî diveşêrin. Polîs meşê gulebaran dikin û di encama gulebaranê de Fahrettîn Înan jiyana xwe ji dest dide. Tevî ku 18 sal bi ser bûyerê re derbas bû jî hê tu kesek nehatiye darizandin û dosyeya lêpirsînê jî bi neşopandinê bi encam bû. Li gel ku parêzeran kifşa cihê bûyerê û delîlan kom kirin û serlêdan kirin jî tu encam ji dawê derneket.    LI NEXWEŞXANEYÊ XEBERA MIRINÊ DIGIRIN    Dayika wî Naîme Înan diyar kir ku piştî ku dengê guleyan hat ew jî ber bi cihê bûyerê ve çûn û lawê wê piştî rakirine nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye. Bavê wî Abdulkadîr Înan jî anî ziman ku ew li nexweşxaneyê hîn bûye ku lawê wî hatiye kuştin.    XWESTIN BÛYERÊ BIXIN STÛYÊ PKK’Ê    Bahattîn Aslan ê ku şahidiya wê demê dike jî destnîşan kir ku dema wan birîndar radikirin nexweşxaneyê wî jî ji pişta xwe gule xwariye û got: “Polîs hatin nexweşxaneyê, tiştek di guhê bijîşk de gotin û bêyî tedawiya min temam bibe û belgeyek bidin min, bi destê min girtin û min birin Fermandariya Leşkeriyê ya Wanê. Polîsan bi girtekek min teslîmî çawişek pispor kirin. Li leşkeriyê serçawîşek hebû û ji min re digot, ‘divê tu bibêjî ez bi guleya PKK’ê birîndar bûme’.”    SER BÛYERÊ HATIYE GIRTIN    Parêzerê malbatê Adulbasît Bîldîrîcî jî wiha got: “Ez û şandeyek piştî Fahrettîn Înan jiyana xwe ji dest da, em bi waliyê wê heyamê Niyazî Tanilir re rûniştin. Me xwest derbarê kuştina Înan de lêpirsîn bê vekirin. Lê piştî 18 salan em hîn dibin ku lêpirsîna ku hatiye destpêkirin jî bi neşopandinê bi encam bûye û ser bûyerê girtin e. Ev di warê hiqûqî de nayê qebûlkirin û lê li Tirkiyeyê pratika hiqûqê wisa ye.”    KUJERÊN KURDAN BÊCEZA TÊN HIŞTIN    Bîldîrîcî destnîşan kir ku dema mexdûr kurd be faîl tên parastin û got: “Di sûcên polîtîk de hema bêje faîl nayên cezakirin. Ev sepan tenê ne bi doza Fahrettîn Înal re sînordarkirî ye. Gelek dozên bi vî awayî bêceza tên hiştin. Li Tirkiyeyê ne daraz kesên siyasî edaletê diyar dikin. Hê jî kujerên gelek dozan nehatine dîtin û darizandin. Tirkiye ne dewletek hiqûqê ye. Edalet rêgezek divê neyê guhertinê.”    MA / Bêrîvan Kutlu