Peyamên polîsên bersûc: Qeyda bavê wî ji terorê heye, wê bêje 2023-09-21 10:39:48     AMED - Li Licê polîsan îşkence li zarokek 14 salî kiribûn. Nivîsên polîsan li ser Whatshappê bi hev re axivîne derketin holê. Polîsan gotiye, “Qeyda bavê wî ji terorê heye, wê bêje. Em heman îfadeyan bidin.”    Li navçeya Licê ya Amedê di 21’ê Adara 2023’yan de polîsan zarokê 14 salî Y.D. revand û îşkence lê kiribûn. Der barê polîsên îşkencakar Î.A., E. O., G.B., A.O. û H.Ç. ku îşkence li zarok kiribûn, doz hat vekirin. Danişîna ewil a dozê li Dadgeha Cezayê Asliye ya Licê hat lidarxistin. Ji sûcên “bi gefxwarinê û bikaranîna zorê kes ji azadiya wî bêpar hiştin e” û “zerar dane mal” doz hat vekirin. Polîsên sûc kirine beşdarî danişînê nebûn û daxwaza girtina wan hat redkirin .   Polîsên bersûc li ser sepana Whatshappê yên di telefonên wan de têkildarî bûyerê peyam ji hev re şandine. Ev peyamên polîsan jî di dosyeyê de cih girtin. Di peyamên polîsan de derket holê ku dixwazin ser bûyerê bigirin.    Peyam ango nivîsên di navbera polîsan de wiha ne:    "Lice 70 E.: Şefê min, tu xeberek tune ye?   Î.: Zilam dibêje rehet bin de lê ez îhtîmal nadim    Lice 70 E.: Xwedê bikim şefê min    Î.: Xwedê bikim    Lice 70 E.: Qeyda bavê wî ji terorê heye, wê jî bêje    Î.: Ew pere nakin    Lice 70 E.: Gelo xeberek nû heye?   Î.: Ev tune bûn, li Kumlucayê vemirandina agir negot    Lice 70 E.: Nayê bîra wî, herhal ji tiştên biçûk tiştek nabe, bi giştî eynî ne    Î.: Belê heman tiştê em difikirîn nebû    Lice 70 E.: Şofêr guher li ku bû, gelo li emniyetê bû?    Î.: Nayê bîra min    E.: Gelo Aykut ji Kumlucayê anî    Î.: Nayê bîra min (argo) me çikir    Lice 70 E.: Ez jî    Î.: Ew li vir bûna wê heman îfadeyan bidana    Lice 70 E.: Nayê bîra min, em jî heman îfadeyan bidin. Dema di kuçeyan de dibeziya, li kêleka dîwaran ket erdê   Î.: Dema ew beziyan got, hin cih cuda ne lê bi giştî di heman maneyê de ne    Î.: Gelo gotin kelemçeya plastîk, nayê bîra min    Lice 70 E.: Xwedê bikim nebe tengezariyek    Î.: Xwedê bikim.    MA / Mujdat Can