Li Antalyayê 22 kes hatin binçavkirin 2023-09-21 11:37:35   ANTALYA - Li Antalyayê polîsan bi ser malan de girt û bi îdiaya ku tev li bîranîna Denîz Gezmîş bûne, der barê 30 endam û rêveberên partî û sendîkayên çepgir, biryara binçavkirinê hat derxistin. Hat zanîn ku herî kêm 22 kes hatine binçavkirin.    Li Antalyayê polîsan avêt ser gelek malan. Polîsan di serdegirtinên malan de bi îdiaya ku di 6’ê gulanê de tev li bîranîna Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan bûne, der barê 30 endam û rêveberên partî û sendîkayên çepgir ên mîna Partiya Kedê (EMEP)  Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Malên Gel, Partiya Çepgir, DÎSK/Emeklî-Sen û Egîtîm Sen de biryara binçavkirinê hat derxistin. Hat zanîn ku ji van 30 kesan 22 kes hatine binçavkirin.    Ji çend kesên ku hatine binçavkirin navê wan wiha ne: Serokê Şaxa Egîtîm Senê Nûrettîn Sonmez, Çîgdem Altintaş Peker, Kadîr Ozturk, Hasan Taşkin, Yaşar Saripinar, Eylem Karaman, Nehîr Dogan, Serhat Nejat Çelîk, Enes Keskîn, Ahmet Îzcî, Halûk Kurt, Adem Palali, Hasan Ozseçen, Dîde Sîmay, Oygu Agtaş, Omer Gurelî, Yelîz Teke, Derya Dînç, Sabrî Kirdar û Mahîr Dogan.