Danişîna doza Emîne Şenyaşarê hate taloqkirin 2023-09-21 13:06:26   RIHA - Danişîna doza derbarê Emîne Şenyaşarê de hatiye vekirin, ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên Şenyaşarê hebûn û nekarî tev li danişînê bibe, hate taloqkirin.    Danişîna doza bi îdiaya “biçûkxistina dewletê” der barê Emîne Şenyaşar de hatiye vekirin li 5’emîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Rihayê hate lidarxistin. Di danişînê de parêzerên Şenyaşar Hidayet Enmek, Bulent Dûran û Ahmet Taş amade bûn lê ji ber Şenyaşar emeliyat bû nekarî tev li danişînê bibe.    Danişîn bi daxwaza ku Şenyaşar di danişîneke din de were guhdarkirin, taloqî 30’ê mijdarê hate kirin.