Li Cûdiyê li deverên ku dar lê tên birîn şewat 2023-09-21 21:21:11       ŞIRNEX- Li herêmên Serê Dehlê û Şilerût yên Cûdî şewat çêbû.   Li herêmên Serê Dehlê û Şilerût ên li quntarên Çiyayê Cudî yê Şirnexê şewat çêbû. Li du noqteyên ku şewat lê rûdane bi mehan e ji aliyê cerdevanan ve dar tên birîn.   Şewata ku ji navenda Şirnexê dixuye û gav bi gav li qadên din belav dibe bi tu awayî mudaxile lê nayê kirin.   Her wiha duh jî li du noqteyên gundê Cifanê yê quntarê Cûdî şewat rûdabû û şewata ku mudexele lê nehatibû kirin xwe bi xwe vemirîbû.