Îldem piştî 30 salan ji girtîgehê derket 2023-09-21 21:57:00   MÊRDÎN – Ramazan Îldem piştî 30 salan ji Girtîgeha Bafra ya Tîpa T'yê derket.    Ramazan Îldem ê di Tîrmeha 1993'yan de li Qoser a Mêrdînê hat girti  û Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya "xerakirian yekpareyiya dewletê" cezayê muebedê lê hat birîn, ji Girtîgeha Bafra ya Tîpa T'yêd erket. Îldem diviyabû di 4'ê Tîrmehê de bihata berdan, lê ji ber ku înfaza wî hatibû şewitandin berdana wî hatibû taloqkirin.   Îldem ku di 22 saliya xwe de hatibû girtin, li ber girtîgehê ji aliyê xizmên xwe ve hat pêşwazîkirin û ji Stenbolê ber bi Mêrdînê ve bi rê ket.