ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2023'YAN 2023-09-22 09:00:13   * Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ji bo pirsgirêka kurd li ser bingeheke demokratîk were çareserkirina berê xwe dabû Ewropayê, weke “mirovê nayê xwestin” hatibû îlankirin. Hewldan çêbûn ku Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî gav bi gav were bêbandorkirin.    * Parlamentera Partiya Çepên Kesk Sabahat Erdogan Saritaş destnîşan kir ku demildest divê tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin û got: "Di serî de CPT, divê hemû hiqûqa navneteweyî rojek berî rojekê tevbigere."    * Komeleya AVESTA dê di 1'ê Cotmehê de dest bi kursên kurdî bike. Serokê komeleyê Alî Yalçinkaya ji bo xwedîderketina li zimanê zikmakî bang li her kesî kir ku serî li kursan bidin.    * Rojnamevan Îkram Balekanî diyar kir ku PDK li hemberî gelê kurd di nava "xiyanetê de ye" û got: "PDK dê nikaribe xwe ji vî karî safî bike."    * Endamê Desteya Rêveberiya ÎHD’ê ya Amedê Yûsûf Erdogan têkildarî girtîgehên tîpên S’yê axivî û destnîşan kir ku ew van girtîgehên nû weke cihê tecrîdê dibînin û got: “Divê Girtîgehên tîpên S û F’yê bên girtin.”   * Navenda Hafizayê wê li navçeya Şîşliya Stenbolê li ser pirsgirêka demboriyê di warê hiqûqî, dîrokî û civakî de sempozyumek navneteweyî li dar bixe. (10.00-18.00)   * Danişîna Doza Kobanê wê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk Canan Çalagan dê li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)    * Danişîna doza derbarê Midûrê Karên Nivîsan ê Kovara Modernîteya Demokratîk Ramazan Yurttapan û nivîskar Pakrat Estukyan, parêzer Emran Emekçi, Cîhan Dogan û Mehmet Nîmet Sevîm de hatiye vekirin dê li Dadgeha Cezayê Giran a 30'yemîn a Stenbolê bê lidarxistin. (11.10)   * OHD, TUHAY-DER û Baroya Wanê dê têkildarî Girtîgeha Panosê rapora ku amade kiriye li avahiya baroyê eşkere bike. (12.30)   * Odeya Endezyarên Jeolojî, Zanîngeha Dîcleyê, DOGUNSÎFED, DTSO û Komeleya Mermervan û Madenvanan wê li otelek Amedê bi sernavê "Bajarê li ber erdhejê li ber xwe didin" komxebatek li dar bixin. (13.30)   * Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a Edeneyê dê li dijî polîtîkayên şerê taybet şahiya ciwanan li dar bixe. (18.30)   * Xelatên Pêşbirka Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad dê bi merasîmekê li eywana Daîreya Mehrbirînê ya Şaredariya Kadikoyê bên dayîn. (19.30)