Saritaş: Di serî de CPT û hemû hiqûqa navneteweyî divê bikeve tevgerê 2023-09-22 09:01:52   SÊRT - Parlamentera Partiya Çepên Kesk Sabahat Erdogan Saritaş destnîşan kir ku demildest divê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin û got: "Di serî de CPT, divê hemû hiqûqa navneteweyî rojek berî rojekê tevbigere."    Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 30 meh in tu xeber nayê girtin. Serlêdanên malbatê û parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî di bin navê "cezayên dîsiplînê" de tên astengkirin. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, têkildarî tecrîda Îmraliyê axivî.    Sabahat Erdogan Saritaş   Saritaş bibîr xist ku beriya cezayên dîsîplînê hevdîtin bi hincetên wekî "keştî xerabe ye" dihatin astengkirin û wiha got: "Nêzî 30 meh in tecrîdeke mutleq a fîzîkî tê pêkanîn. Birêz Ocalan û gelê kurd tên tecrîdkirin. Di hemû civînên pêvajoya jinûvesazkirinê de daxwaza herî mezin a gel azadiya birêz Ocalan û xebergirtina ji wî bû. Demildest divê ev tecrîd bê rakirin. Ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan divê deriyên Îmraliyê bên vekirin. Ev derî kengî tên vekirin, di warê hiqûqî û aborî de rêyeke çareseriyê çêdibe. Lê niha li welêt hiqûq tune ye. Şanoyek tê lîstin. Demildest divê deriyên Îmraliyê bên vekirin. Hem ji bo gelê kurd hem jî ji bo gelên din demildest divê tecrîd bi dawî bibe."    Saritaş detsnîşan kir ku ew di pêvajoyeke wiha de ne ku Destûra Bingehîn a Darbeyê jî nayê pêkanîn û got: "Baweriya gel a bi edaletê tune ye. Hikûmeteke ku Destûra Bingehîn a darbeya faşîst jî pêk nayne heye." Saritaşê bilêv kir ku ji bo rakirina tecrîdê û azadiya Ocalan li seranserê cîhanê toreke têkoşînê hatiye çêkirin û got: "Gelek netew hay jê hene ku birêz Ocalan ji bo Rojhilata Navîn çi qas girîng e. Dixwazin paradîgmaya wî ya ku diyarî gelan kiriye bi ruh û can bbe. Ev daxwaz li gelek cihan tê bilêvkirin. Çareseriya krîza li Rojhilata Navîn di paradîgmaya birêz Ocalan de dibînin."    TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ   Saritaş bertek nîşanî bêdengiya hiqûqa navneteweyî ya li hember tecrîda mutleq jî û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di serî de CPT demildest divê hiqûqa navneteweyî tevbigere û dawî li vê tecrîda mutleq ku veguheriye îşkenceyê bînin. Pergaleke kapîtalîst a li ser înkarkirin û qirkirina gelê kurd hatiye avakirin heye. Tirkiye jî parçeyeke vê ye û tecrîdê pêk tîne û êrişî kurdan dike. Ya dikeve ser milê gelan jî li dijî van êrişan toreke têkoşînê pêk bîne û vê tecrîda mutleq ji holê rake."    MA/ Fethî Balaman