Kedkarê doza kurd Apê Ûsiv wefat kir 2023-09-22 12:07:11 RIHA - Kedkarê doza azadiya kurd Yusuf Berk ku li Rihayê wek Apê Ûsiv tê zanîn di 82 saliya xwe de koça dawî kir.    Yusuf Berk ê 82 salî ku li Rihayê wek Apê Ûsiv û dilxwazek doza azadiyê tê zanîn ji ber nexweşîna pişê wî ku nemabû jiyana xwe ji dest da. Apê Ûsîv bi henek, govend, coş û morale xwe jî dihat nasîn Li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan dihat tedawîkirin û vê sibehê koça dawî kir. Cenazeyê Apê Ûsiv wê li Goristana Bedîuzzman a li taxa Hizmali ya Halîliyeyê bê veşartin. Malbata Berk wê şîna xwe li Mala Şînê ya Kuşçuoglû ya li taxa Suleymaniyê deyne.    Apê Ûsiv ji navenda Rihayê bû û bi salan cilên xwe yên kurdewarî li sefên pêş ên çalakî û şahiyan cih digirt. Berk cara ewil di nava xebatên Partiya Kedê ya Gel (HEP) cih digire û bi salan li gel wê enerjiya xwe ya berz hema bêje çalakiyek û şahiyek bernade. Apê Ûsiv di hevpeyvînek xwe ya di Ajansa Mezopotamya de diyar kiribû ku wî di sala 1969’an de têkoşîna tevgera azadiya kurd nas kiriye û wî cara ewil di siyaseta kurd de siyasetmedar Ferîdûn Yazar li Stenbolê nas kiriye û bûye mêvanê wî. Apê Ûsiv destnîşan kiribû ku wî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî ji nêz ve nas kiriye û piştî li axaftinên Ocalan guhdar kiriye ew aşiqî têkoşîna azadiya kurd bûye.    'BILA HER KES WERE GOVENDA AZADIYÊ’    Têkoşîna Apê Ûsiv ji HEP’ê heta HDP’ê bêwestan û bênavber bi baweriyek xurt berdewam kir. Ew beşdarî her çalakî û şahiyên li derveyî Rihayê jî dibû. Apê Ûsiv di berxwedana piştgiriya Kobanê de li ser sînorê Pirsûsê, di çalakiyên ji bo piştevaniya cihên wek Cizîrê û Nisêbînê de cih girtiye û roja ku Qetlîama Garê ya Enqereyê pêk hat jî ew ji bo mitîngê li wê qadê bûye lê tiştek bi wî nehatiye.    Berk di hevpeyvîna xwe ya li gel ajansa me de gotibû, “Em ê bi ser bikevin. Wê govenda me ya azadiyê qet nesekine, divê her kes di vê govendê de cihê xwe bigire.”