Dayikên Şemiyê: Tu qedexe nikarin pêşî li ber me bigirin 2023-09-23 20:16:32   STENBOL- Di çalakiya vê hefteyê ya Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê de, 28 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin hatin berdan.   Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan xwestin vê hefteyê jî çalakiya xwe li Qada Galatasarayê li dar bixin. Lê belê polîsan nehişt û ew kelemçe kirin û binçav kirin. 28 kesên hatin binçavkirin hatin berdan.    Dayikên Şemiyê li ser hesabê xwe yê medyaya sanal wiha gotin: "Tu qedexe nikarin pêşî li ber me bigirin ku em li Qada Galatasarayê ji bo aqûbeta windayên xwe kom bibin."    Navê kesên hatin binçavkirin wiha ye: "Eren Keskin, Hanife Yıldız, Ümit Efe, Ali Newroz Tosun, Ali Ocak, Begali Kurnaz, Besna Tosun, Coşkun Üsterci, Davut Arslan, Deniz Aytaç, Doğan Özkan, Hasan Karakoç, Hatice Korkmaz, İkbal Eren, İrfan Bilgin, İsmail Yücel, Leman Yurtsever, Maside Ocak, Mikail Kırbayır, Nazım Hikmet Dikbaş, Ömer Kavran, Salim Derelioğlu, Taylan Bekin ve Türker Demirci."