ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2023'YAN 2023-09-24 09:00:07   * Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar kir ku hewldan heye ku beşa “Mezintirin komploya sedsala 21’emîn” li Îmraliyê têxin meriyetê û Tirkiye veguheriye laboratuara pevçûnên Gladioyê.    * Kooperatîfa Berhemên Çandiniyê ya Wanê ku ji aliyê 60 kesî ve hat avakirin, mînakeke baş a modela hilberîna komînal dide der. Endamên kooperatîfê li dijî polîtîkaya koçberiyê bal kişandin ser girîngiya hilberînê.    * Li komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsayê dê ji bo zarokên fêrî xwendin û nivîsandina kurdî bûn torena mezûniyetê bê lidarxistin. (11.00)   * 2'yemîn Rojên Fîlmên Ekolojîk a Amedê ku ji hêla Komeleya Ekolojiyê vê tê lidarxistin dê di roja sêyemîn de li Zarok Ma'yê bidome. (19.00-21.00)