Xizmên Bulbun: Divê kujer bên girtin 2023-09-24 09:58:59   COLEMÊRG - Xizmên Nûnerê KNK’ê yê Hewlêrê Denîz Bulbun, bertek nîşanî bêdengiya PDK’ê dan û wiha gotin: “Denîz, ji bo gelê kurd têkoşiya. Divê kesek li hemberî vê bêdeng nemîne. Hewceye kujer bên girtin.”    Nûnerê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) yê Hewlêrê Denîz Cevdet Bulbun di encama êrişeke di 18’ê îlonê ya li Hewlêrê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Bulbun bi tevlibûna bi hezaran kesan pêr li gundê Dêlezê yê Gever a Colemêrgê hate definkirin. Bi ser qetilkirina Bulbun re 5 roj derbas bûn lê hêj faîl an jî faîlên wî nehatine girtin. Di vê navberê de bertekên li dijî bêdengiya PDK’ê jî didomin. Xizmên Bulbun ên li gundê Dêlezê dijîn xwestin ku kujerên Bulbun bên girtin.    'BILA KUJER BÊN GIRTIN’    Ji xizmên Bulbun, Mehmet Reşît Ozkesîcî got ku bi ser bûyerê çend roj derbas bûne lê hêj jî faîlên wî nehatine girtin. Ozkesîcî, wiha domand: “Hewceye faîlên mamoste Denîz bên girtin. Denîz, mamoste bû û ji bo yekitiya gelê kurd têdikoşiya. Denîz, zarokê vî gundî bû. Tu caran xerabî li tu kesekî nekir û em nebawerin ku zirara wî gihiştibe kesekî. Kujerên Denîz hêj jî li Başûr in û divê hikûmeta Barzaniyan faîlên wî derxînin holê. Hêj tu bûyerên din ên bi vî rengî neqewimîn divê pêşî li ber were girtin.”    'BI HEZARAN DENÎZ DIJIÎN’   Gulsum Kiliçoglû jî diyar kir ku yek ji berpirsyarên bûyerê PDK ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Malbat û hikûmeta Barzanî li dijî zarokên kurd di nava xiyanetê de ne. Em bi şehîdê xwe serfiraz in û serê me bilind e. Em bi vê têkoşînê serbilind in. Bes e êdî, em vê helwesta hikûmeta Barzaniyan qebûl nakin. Êrişa hatiye kirin şermezar lanet dikim. Divê hemû kes li dijî vê bêdengiya Barzaniyan dengê xwe bike. Malbata Barzaniyan neçare ku kujerên Denîz bigirin û bînin ber destê me.”    Kiliçoglû, bi domdarî got ku tekane çeka Bulbun pênûsa wî bû û ev tişt anî ziman: “Tenê ji bo yekitiya kurdan û kurdî dixebitî. Denîz, ji bo her kurdekî/e xwedî şeref têkoşiya. Divê gelê kurd jî li dijî vê bêdeng nemîne. Divê kujerên wî bên girtin. Kesên Denîz qetil kirin divê ji bîr nekin ku Denîzek çû lê bi hezaran Denîz hêj dijîn.”    'ÎRO DENÎZ SIBE KESEKÊ/A DIN E’   Ebubekir Kiratli jî got ku nayê qebûlkirin ku tevî ewqas rojan jî derheqê qetilkirina Bulbun de tu daxuyanî nayên dayîn û wiha got: “Em dixwazin ev bûyer bê ronîkirin. Ev hefteyeke em li benda rêveberiya Iraqê ne ku daxuyaniyekê bide. Em li benda vê daxuyaniya wan in; kesekî ev suîqest pêk anî û em ê wan bigirin. Bêdengiya rêveberiya Iraqê êşa me girantir dike. Piştî ku ceza li birîn, Denîz çû cihên dûr. Tu ji kê bipirsî bipirse, yek kes aliyekî xerab ê Denîz nabêje. Tu zirar nedabû tu kesî.    Kiratli, axaftina xwe wiha qedand: “Mirina Denîz, bandoreke mezin li hemû kurdan kir. Tu tiştek ji wê xerabtir nîne ku mirov ji bo gelê xwe kedê bide û di nava gelê xwe de were qetilkirin. Denîz, bi pênûs û zimanê xwe yekitiya gelê kurd diparast. Tekane çeka wî pênûsa wî bû. Zarokên me fêrî kurdî dikir û rê nîşanî wan dida. Tenê ji ber pênûsa xwe hate qetilkirin. Îro Denîz heval hate qetilkirin û dê sibe kesekê/a din were qetilkirin. Divê pêşî li van sûîqestan were girtin. Divê hikûmeta Iraqê vê bêdengiya xwe bi dawî bike. Ew der xaka me ye û kengî em bikevin zorê berê xwe didin wir. Ew der malbata me ye û heke em li ser xaka malbata xwe neyên parastin gelo dê li ku bên parastin? Divê faîlên vê sûîqestê di zûtirin demê de bên dîtin. Yekitî û hevgirtina gelê kurd pir girîng e. Bila êdî kurd kurdan nekujin. Em naxwazin bira bibe kujerê birayî. Em bi yekitî û hevgirtina xwe bi destên hev bigirin û ji şer û komkujiyan re bibêjin bes e.”