Hêzên Şamê Idlib bombebaran kir: 2 kes hatin kuştin 2023-09-24 11:34:49 NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên hikûmeta Şamê bajarê Idlibê bombebaran kirin. Di encamê de 2 kes hatin kuştin.  Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku hêzên girêdayî hikûmeta Şamê yên li nêzî herêma “bêçek” şevê din kampa koma paramîlîter a Tehrîr El Şamê ya li derdora herêma Sermînê ya li rojhilatê Idlibê bombebaran kir.    Hat zanîn ku di encama êrişê de 2 kes hatin kuştin û yek jê zarok 2 kes jî bi giranî birîndar bûn.