‘Tecrîd ne bi gotinan bi hewldanan dikare were têkbirin’ 2023-09-25 09:04:34   RIHA - Hevserokê DBP'a Rihayê Vahît Akgun got ku gelên cîhanê xelasiya xwe di fikrên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de dibînin û wiha got: “Tecrîd, îro weke şer û aloziyê li civakê vedigere. Ji bo rakirina tecrîdê divê her kes bi rola xwe rabe. Tecrîd, ne bi gotinan lê bi hewldanan dikare were têkbirin.”   Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin û 31 meh in tu agahî jê nayên girtin. Tevî ku malbat û parêzerên Abdullah Ocalan her hefteyê ji bo hevdîtinê serlêdanan dikin jî bi tu awayî bersiv nayên dayîn. Di heman demê de ji welat û derveyî welat gelek baro, siyasetmedar, hiqûqnas û aktîvîstan ji bo hevdîtinê serî li Wezareta Dadê dan lê hemû serlêdan jî bêbersiv hatin hiştin. Ji bo bidawîkirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li gelek deverên cîhanê çalakî tên lidarxistin.    Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Rihayê Vahît Akgun têkildarî tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi ajansa me re axivî û got ku tecrîda li Îmraliyê îro li ser tevahiya civakê belav bûye.    ‘HEKE TECRÎD RABE DÊ ARAMÎ WERE’   Vahît Akgun, anî ziman ku tecrîda li Îmraliye bandorê li hemû civaka Rojhilata Navîn dike û wiha got: “Heke bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin, dê li Tirkiye û Kurdistanê aştiyeke mayînde pêş bikeve. Di şer de zarokên her du aliyan jî jiyana xwe ji dest didin. Tecrîd, sedema sereke ya şer e. Ev şer nahêle aramî pêk bê. Heke fikrên birêz Abdullah Ocalan bigihijin civakê, dê aramî jî pêş bikeve.”    ‘POLÎTIKAYÊN ŞER, ENCAMA TECRÎDE NE’   Bi domdarî Akgun destnîşan kir ku polîtikayên şer ên desthilata AKP'ê-MHP'ê encama tecrîda li Îmraliyê ne û ev tişt anî ziman: “AKP-MHP, îktîdara xwe li ser şerê li dijî kurdan ava dikin. Aştî, bi kêrî berjewendiyên AKP-MHP’ê nayê. Li çar parçeyan li dijî kurdan şerekî qirêjî tê meşandin. Îktîdara ku hebûna xwe dispêre şer, tecrîdê kûrtir dike. Ji bo gel danekeve kolanan û mafê xwe napêreze jî zextên girand ike. Krîza aborî giran dibe, tiryak, fihûş û hwd. di nava civakê de belav dibe. Divê hêzên demokratîk bertekê nîşan bidin û rabin ser pêyan da ku em bikarin tecîdê bi dawî bikin. Bi tecrîdê re aloziya di nava civakê de kûrtir dibe.”    ‘BÊDENGIYA PARTIYÊN MUXALÎF’   Di berdewamê de Akgun bal kişand ser helwesta partiyên muxalîf a li dijî tecrîde û wiha derbirî: “Tecrîd û pirsgirêka kurd, kaxiza turnusolê ya muxalefeta Tirkiyeyê ye. CHP, bi zîhniyeta Îttîhat Terakiyê ava bûye û hişmendiya xwe li ser tunekirina kurdan saz kiriye. Tevahiya biryarên îktîdarê yên li dijî kurdan erê dike. Gelo bi vî awayî dê çawa hiqûq û mafên mirovan biparêze? Dema mijar dibe kurd, tevek jî dibin nîjadperest. Dema rewş ev be dê aştî çawa bê vî welatî? Lêçûnên aboriyê tevek ên şer in. Sedema şer jî tecrîd e. Birêz Abdullah Ocalan gelek gotiye; ‘Ez dikarim vî şerî di hefteyekê de biqedînim.’ Heke daxwaza mafên mirovan û aştiyê ya muxalefetê hebe çima li dijî tecrîdê bêdeng in.”    ROLA HEZÊN HEGEMON A DI TECRÎDÊ DE   Akgun, bi lêv kir ku tecrîda li Îmraliyê di çarçoveya planên hêzên hegemon de tê meşandin û wiha pê de çû: “Birêz Abdullah Ocalan dibêje, ‘xapandina herî mezin a modernîteya kapîtalîst a sedsala borî, netewe dewlet bû.’ Modernîteya kapîtalîst bi vê pergalê hemû gelan girêdayî xwe dike. Birêz Abdullah Ocalan jî li dijî vê pergalê, Modernîteya Demokratîk pêşkeş kir. Hezên hegemon ji van fikr û ramanên birêz Abdullah Ocalan ditirsin û dixwazin tecrîdê giran bikin. Ev hêz, ji bo berjewendiyên xwe, naxwazin li Rojhilata Navîn aramî pêk were. Ji ber ku çekên xwe difroşin. Ev jî dizanin heke fikr û remanên birêz Abdullah Ocalan bigihijin gelan, dê hemû gelên cîhanê di nava aştî û aramiyê de bijîn.”    ‘HEMÛ GEL ÇARESERIYA XWE DI ABDULLAH OCALAN DE DIBÎNIN'   Herî dawî jî Akgul wiha got: “Hemû gel çareseriya xwe di fikr û ramanên birêz Abdullah Ocalan de dibînin. Li Birezilyayê sendîkavan ji bo azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan hatin ba hev û peyam dan. Ew jî Modernîteya Demokratîk dibînin û li dijî tecrîdê derdikevin. Divê hemû kes rol û mîsyona birêz Abdullah Ocalan a çareserkirina pirsgirêkan baş bizane. Kesen dibêjin em demokrat in û mafê mirovan diparêzin, divê li dijî tecrîde xwedî helwest bin. Tecrîd ne bi gotinê bi hewldanan tê têkbirin.”    MA / Mahmût Altintaş