Peyama Evran a dawî: Ber bi rêwîtiya dawî ve! 2023-09-25 12:40:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Seyît Evran beriya wefat bike, di peyama xwe ya dawî de wiha gotibû: “Ez kurd bûm û diviyabû gelê min azad bûya. Ji bo vê jî min heta dawiya emrê xwe pênûs û kamerayan xwe bi kar anî. Min gotina xwe kir.”    Kedkarê Çapemeniya Azad rojnameger-nivîskar Seyît Evran di 22’yê îlonê de li nexweşxaneyeke Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest da. Evran, zêdetirî 30 salan rojnamegerî kir û hat zanîn ku Evran beriya wefata xwe peyameke bi sernavê “Ber bi rêwîtiya dawî ve!” nivîsandiye.    PEYAMA DAWÎ   Nivîsa Evran wiha ye: “Ber bi rêwîtiya dawî ve!   Ji bo wate li her kêliya jiyanê bê kirin pêwîstî bi têkoşîneke mezin heye. Min jî ji bo vê wateyê têkoşîneke mezin meşand. Ez kurd bûm û diviya bû gelê min azad bibûya. Ji bo vê jî heta nefesa xwe ya dawî min pênûs û kameraya xwe bi kar anî û gotina xwe got. Niha bala xwe didimê, çend nifş guherîn? Ya ku pê zanim ew e ku em her roj zêde bûn...   Em ji kevneşopiya wan tên ku felsefeya 'Em di gorê de jî de bin em ê ji bo azadiya vî gelî wezîfeya xwe bi cih bînin' ji xwe re kirine pîvan. Lewma em hebûn û jiyan.   Kalkê min dema ku bi Şêx Seîd re meşiya ev têkoşîn da destpêkirin. Ez neviyê kalkê xwe me, ala ku min wergirtiye bi Rêber Apo û PKK'ê min dewam kir. Ji Amedê heta Xerzanê, ji Efrînê heta Qamişloyê, ji Zapê heta Silêmaniyeyê, ji Ûrmiyê heta Mahabadê ez li her derê bûm. Niha aliyekî min Bakur e, aliyekî min Rojava ye, aliyekî min Başûr e, aliyekî min Rojhilat e. Ez bi temamî bûm Kurdistan. Êdî bi milyonan mirov li pey min hene û wê vê kevneşopiyê dewam bikin...   Gelek tişt hebûn ku diviyabû bihatina kirin, lê dem ewqas bû.   Di nava xêr û xweşiyê de bimînin!”