Di danişîna doza teqîna Îstîklalê de 3 kes hatin berdan 2023-09-25 16:10:02   STENBOL - Di danişîna doza êrişa bombeyi ya li ser Cadeya Îstîklalê de derbarê 3 kesan de biryara berdanê hate dayîn.    Di 13’ê mijdara 2022'yan de li Kolana Taksîmê êrişeke bombeyî pêk hatibû. Di êrişê de 6 kes miribûn. Ji ber vê Ahlam Albashir ku bombe danîbû Kolana Taksîmê jî di nav de der barê 37 kesan de doz hatibû vekirin. Danişîna dozê îro li 36’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat lidarxistin. Ahlam Albashir a girtî tê darizandin û 11 bersûc li eywana danişînê hatin amadekirin. Bersûcên din jî ji girtîgehên cûda bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bûn.    Dadgeha ku piştî parastinan biryara xwe aşkere kir, bi hinceta “wesfa sûc hatiye guhertin” derbarê Zekeriya Muhammed Şemmomi, Mesût Hesso û Muhammed Şeho de bi qedexeya derketina derveyî welat biryara berdanê da. Danişîn taloqî 13’ê mijdarê hate kirin.