Ji ber ku ‘tîma neteweyî pîroz nekir’ derheqê rojnameger Candemîr de lêpirsîn hate vekirin 2023-09-25 16:10:28 WAN - Ji ber parvekirina rojnameger Oktay Candemîr a “Ez tîma neteweyî ya voleybolê pîroz nakim” lêpirsîn hate vekirin û Candemîr îfade da.    Rojnameger Oktay Candemîr li ser hesba xwe ya medyaya dijîtal a X’ê peyama “Tirkiyeyê kengî ku hebûna kurdan û zimanê wan qebûl kir, kengî ku demokratîk bû ez ê wê demê serkeftina tîma neteweyî ya voleybolê pîroz bikim. Lê niha na... Ma li vî welatî çi guherî ku em bi hesta aîdiyatê em bibêjin ‘bravo.’” Ji ber vê parvekirinê, derheqê Candemîr de lêpirsîn hate vekirin. Candemîr, bi îdiaya “Gel ji bo kîn û dijminatiyê sor dike” li Qereqola Îkî Nîsanê ya Wanê îfade da.    ‘PARVEKIRINA MIN SÛC NÎNE’   Candemîr, di îfadeya xwe de got ku ew rojnameger e û ev tişt anî ziman: “Li gorî min pêdiviya Tirkiyeyê bi destûreke bingehîn a demokratîk û azad heye. Dê destûreke bingehîn a hemû derdoran di nava xwe de dihewîne, ji bo dermankirina birînên welêt pêwîst e. Wê demê dê serkeftina tîma voleybolê xurtir were pîrozkirin û her kes bi hesta aîdiyatê pîroz bike. Bi gotina xwe balê dikişînim ser makeqanûneke demokratîk û azad. Her wiha di çarçoveya azadiya raman de ye. Ev gotinên min sûc nîne.”